Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Li Amedê 500 esnaf derebeyan dadixin

Esnafên kolana Sakarya ya Amedê bi sedema ku xizmeta jêrzemînê baş nayê kirin, rê û ronahiya kolanê xerabe ye diyar kirin ku dê nêzî 500 esnaf derabeyên dikanên xwe daxin

Esnafên kolana Sakarya ya navçeya Rezan a Amedê, diyar kirin ku ji ber xizmeta kolanê ya rê, kanalîzasyon û ceyranê nayê kirin êdî muşterî nayên dikanên wan û dê 500 esnaf çalakiya daxistina derabeyan pêk bînin. Esnafan diyar kir ku ger daxwazên wan pêk neyên dê bimeşin ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Esnaf ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û diyar kirin ku 5 meh berê tora gaza xwezayî kişandin û ji bo vê yekê rê kolan û êdî mirov nikare li kolanê di rê de bimeşin. Esnafan destnîşan kir ku wan bi derfetên xwe xîz û kevir li kolanê rokir û niha her ku baran dibare mirov ji herî û avê nikare derbas bibe. Esnafa jin Emel Ornek, diyar kir ku kolana Sakarya ji aliyê projeya Şaredariya Bajarê Mezin ve tê çêkirin û wiha got: “Karê vê projeyê pir hêdî dimeşe. Esnaf di nav zor û zahmetiyên gelek mezin de ne. Rojê nêzî 20 hezar mirov di virde derbas dibin û halê kolanê ne tu hal e.”

Esnaf Giyasettin Bora jî bal kişand ser rewşa kolanê û xizmeta şaredariyê û wiha got: “Gotin ’em dê kolanê nûjen bikin’ lê li şûna nûjen bikin, ji halê berê xerabtir kirine. Berê çal û herî tune bû. Niha her der çal û herî ye. Qeyûm her dem pesnê xwe bi xizmetê dide. Lê bila werin vir bibînin.

Mehmet Karayil ku 10 sal in esnafiyê dike jî heman tişt anî ziman û wiha got: “Her ku baran dibare kolan di nav heriyê de dimîne. Esnaf ji ber herî, rêya xerabe û nebûna xizmetê dê deriyê dikanên xwe bigirin.”

Esnaf Kazım Donmez jî anî ziman ku ji ber xizmet nayê kirin perîşan bûne û ger daxwazên wan pêk neyên dê bimeşin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar