Platforma Tenduristiyê ya Amedê li hesabê xwe yê medya civakî agahiyên rojane yên derbarê vîrûsa koranyê de belav kir. Li gorî daneyên bi etîketa ‘#YönetemiyorsunuzTükeniyoruz (Hûn nikarin birêve bibin em jî diqedin’ ji 14’ê îlonê pêve 660 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketine. Li gorî daneyên platformê herî zêde hemşîre û ebe bi koronayê ketine û 7 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.
Daneyên Platformê yên bi koronayê ketine wiha ne: 174 bijîşk/diransaz, alîkerek klînîka hekîmtiya diransaziyê, 243 hemşîre/ebe, 16 paramedik/ATT, 80 personel, 33 teknîker, 11 wezîfedarên otomasyonê, 13 wezîfekarên ewlekariyê, 15 karmend, 8 laborant, 2 midûr, 8 şifêr, aşpêjek, 36 sekreter, raportorek, 2 portor, 2 pisporên xizmeta civakî, 4 psîkolog, pisporek pêşketina zarokan, dermanfiroşek û fîzyoterapîstek. AMED