Piştî bidawîbûna qedexeya li ser gund û gundikên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê leşkerên tirk avêtin ser 11 malan û yek jê zarok bi giştî 7 kesan binçav kirin
Duh danê sibê ji aliyê Walîtiya Amedê ve li 23 gund û gundikên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Piştî ku di nav rojê de artêşa tirk li herêmê operasyon pêk anîbû danê êvarê qedexe ji ser gund û gundikan rabûbû. Derket holê ku piştî rabûna qedexeyê leşkerên tirk avêtine ser 11 malan û bi giştî 7 kesan binçav kirine.
Li gundê Çîftlîbahçeyê yê navçeya Hezroyê di serdegirtina malan de ji malbatekê Hasan Tekîn û kurê wî Yahya Tekîn, Mulkiye Tekîn, Rûkiye û Fevziye Tekîn hatine binçavkirin. Hate ragihandin ku Mulkiye Tekîn tevî keça xwe ya 2 salî Roza Tekîn hatiye binçavkirin. AMED