Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Şaxê Amedê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Pankarta bi nivîsa “Ev sîstem bi vî rengî nabe, em ê bi hev re biguherînin, bi hev re ber bi 1’ê Gulanê ve” hate daliqandin. Amadekaran diyar kirin ku ji bo 1’ê Gulanê li Qada Stasyonê mîtîngê lidar bixin serî li Walîtiya Amedê dane. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mîtîng wê saet di 10’an de pêk were û ji bo tevlîbûnê bang li her kesî hate kirin.