Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Li Amedê bang kirin: Ji bo aştiyê êdî bes e

Rêxistinên civaka sivîl û demokratîk ên Amedê bi boneya 1’ê îlonê deklarasyonek parve kirin û diyar kirin ku ew dibêjin “Ji bo Aştiyê êdî bes e” û wiha gotin: “Divê rojeva sereke û herî girîng a Tirkiyeyê aştî be. Lewma jî divê pêvajoyeke ku nîqaşên li ser aştiyê tên kirin were avakirin û ji bo vê bi hemû berpirsyaran re pêwendî bên danîn.

Li Amedê 328 rêxistinên civaka sivîl, kar, ked û pîşeyî Deklarasyona Aştiyê ya bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê amade kirin, li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê eşkere kirin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û nûnerên saziyên deklarasyon îmze kirin tev li bûn.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren deklarasyon xwend. Eren got ku armanca esasî ya mirovan ew e ku jiyaneke bêtirs, biewle û birûmet bijîn. Eren, anî ziman ku li cîhaneke bêyî şer û jiyaneke aştiyane mafê sereke ye û wiha domand: “Lê belê li pêş çavên civakên navneteweyî, li gelek deverên cîhanê şer, pevçûn û tundî heye û ev êş û bêrehmiye bi hemû wêraniya xwe didome. Tenê di nava 10 mehan de li Filistînê zêdetirî 40 hezar kesan ji ber êrişan jiyana xwe ji dest dan. Mîna her carê, van êrişan herî zêde bandor li jin û zarokan kir. Tevî van rewşên neyînî jî em ê li dijî şer, mafê xwe yê aştiyê biisrar biparêzin.”

Di berdewamê de Eren bi lêv kir ku weke civakeke êş û wêraniya şer, pevçûn û tundiyê pir zêde jiyayîn, baş di ferqa hewcehî û girîngiya aştiyê de ne û wiha pê de çû: “Di demên berê de ji bo çareseriyên demokratîk ên meseleya kurd, çendek pêvajo hatin destpêkirin û civakên me girîngiyeke mezin pê dan. Lê mixabin ev pêvajo li gorî daxwaza civakê encamgir nebûn. Tevî ku pevçûn, operasyon û bûyerên tundiyê dîsa hatin destpêkirin jî, tevahiya civakê bi hêviya aştiyê, guftûgoyê û muzakereyan e û vê hêviya xwe bi baweriyeke xurt didomîne û diparêze.”

Eren bi bîr xist ku rêxistinên civaka sivîl, kar û pîşeyî yên di meha sibatê de li Amedê hatin gel hev, têkildarî pirsgirêka kurd tespît û bangawazî kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hat tespîtkirin ku sedema tengijîna di pêşketina demokratîk a welêt de û krîza aborî ya heyî, yekser girêdayî israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de û polîtîkayên ewlekariyê ye. Hat destnîşankirin ku divê îradeyeke çareseriyê ya nû were avakirin, çek bêdeng bibin, astengiyên li pêşiya rolên aktoran bên rakirin û bi taybet jî TBMM di vê meseleya êşbar de ji bo çareseriyê berpirsyartiyê li xwe bigire.”

Bi domdarî Eren bi lêv kir ku tundî, operasyonên çekdarî û nêzikatiyên ewlekariyê li şûna çareserkirina pirsgirêka kurd, pirsgirêk hêj kûrtir kiriye. Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Israra di van polîtîkayên ewlehîperestiyê de zirar da aştiya civakî û pêkvejiyanê. Ev yek di pratîkê de hatiye dîtin.” Eren, bal kişand ser zextên di demên dawî de yên li dijî çand û zimanê kurdî û ev tişt anî ziman: “Girtin, binçavkirin û cezakirina kesên li ber stranên kurdî govendê digerînin a bi îdiaya propagandaya rêxistinê, di çarçoveya çareseriya pirsgirêka kurd de nîşan dide bê ka kesên ji naskirina mafên kolektîf, sosyal û siyasî direvin di nava xeletiyeke çawa de ne.”

Eren got ku ew dibêjin “Ji bo aştiyê êdî bes e” û axaftina xwe wiha qedand: “Divê rojeva sereke û herî girîng a Tirkiyeyê aştî be. Lewma jî divê pêvajoyeke ku nîqaşên li ser aştiyê tên kirin were avakirin û ji bo vê bi hemû berpirsyaran re pêwendî bên danîn. Ev yek erk û berpirsyariyeke li dijî civak û welêt e. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû aktor û dînamîkên civakî û siyasî dikin ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk were çareserkirin û rewşa şer bi dawî bibe, berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar