Girseya ku parlamenterên HDP’ê jî di nav de hene, li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Çalakiyên ku li dijî tayînkirina qeyûm a şûna Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli hatine destpêkirin, didomin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Farisogûllari, Dersîm Dag, Remziye Tosûn, Feleknas Ûca û Dilşat Canbaz jî di nav de komek, li Kolana Lîseyê ya lihemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bi rojane di bin dorpêçê de ye, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Her wiha dê HDP’î li ber Plaza AZC’ê ya semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê jî daxuyanî bidin çapemeniyê. AMED