Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Amedê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li Amedê bi merasîmeke hate pîrozkirin. Di merasîmê de axaftvanan girîngiya zimanê kurdî vegot û ev gotinên Celadet Elî Bedirxan bi bîr xist: “Kurdno malxerabno yan nebêjin em kurdin an jî bi kurdî bixwînin, binivîsînin û biaxivin.”

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandî ya Mezopotamyayê (MED-DER) ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, li Eywana Şanoyê ya ÇandAmedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bernameyek li dar xist.

Di bernameyê de rêveberê MED-DER’ê Sedan Baran axaftinek kir. Baran bi bîr xist ku ji sala 2006’an ve ji ber weşandina roja Kovara Hawarê, roja 15’ê gulanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Baran gotinên Celadet Alî Bedîrxan a ‘Kurdno malxerabno yan nebêjin em kurdin an jî bi kurdî bixwînin, binivîsînin, biaxivin’ bi bîr xist û axaftina xwe bi dawî kir.

Çîrokên bi kurdî vegotin

Piştî axaftina Baran, dengbêj Xemlixan û Reşo derketin ser dikê û klam gotin. Piştî denbêjan çîrokbêj derketin ser dikê û çend çîrokên kurdî bi beşdaran re vegotin. Piştî çîrokbêjan jî hunermend Rênas Pîro derket ser dikê û stran gotin. Hunermend Pîro di dawiya stranên xwe de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û xwest ku her kes ji bo piştgiriya çalakiyê dengê xwe derxe.

Lîstika Tartûffe hat lîstin

Herî dawî jî lîstika Tartûffe ya şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê ku sextekariya di bin navê olê de vedibêje, hat lîstin. Lîstik ji aliyê temaşevanan ve bi baldiriyeke mezin hat temaşekirin.  Di dawiya lîstikê de lîstikvan Ozcan Ateş axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û banga xwedîderketina li zimanê kurdî li temaşevanan kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar