Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Li Amedê civîna ‘Tora Ziman û Çandê’

Hevserokê PEN’a Kurd Samî Tan di civîna ‘Tora Ziman û Çandê ya Kurd’ de diyar kir ku ew dixwazin niqaşên bi hişmendiya demokratîk û sivîl bernameyekê derxînin holê û di vê çerçoveyê de nexşerêya ziman û çanda kurd derxînin holê

Civîna bi navê ‘Tora Ziman û Çanda Kurd’ ku li ser banga nivîskar, rewşenbîr, hunermend, hiqûqnas, civaknas, siyasetmedar, karsaz, rojnameger û zimanzanên kurd ên mîna Ahmet Turk, Îmam Taşçier, Tarik Ziya Ekîncî, Rênas Jiyan, Selîm Temo, Fûat Onen, Şefîk Beyaz, Zana Farqînî, Samî Tan, Mîkaîl Bilbil, Kadrî Yildirim, Ferda Cemîloglu, Mehmet Emîn Aktar, Abdûllah Keskîn, Bunyamîn Şeker, Berfin Emektar, Mehmet Atli, Rûgeş Kirici, Îsmaîl Beşîkçî tê lidarxistin, li oteleke Amedê dest pê kir. Komxebet dê du rojan berdewam bike. Di civînê de gelek kesayet amade bûn.

Axaftina vekirinê ya civînê serokê Komeleya Pêşî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun û hevserokê PENA’a Kurd Samî Tan kirin.

Ji bo çand û ziman xebatên berfireh

Cevahîr Sadak Duzgun bi bîr xist ku di 1’ê îlonê de civînek li ser ziman hatibû lidarxistin û li wê derê hewcetiya avakirina toreke ziman û çandê wek biryar hatibû girtin û wiha got: “Li gel wê biryarê em jî tev li biryara hevala bûn û me got divê vê torê wek ‘Tora Ziman û Çand’ hinek berfireh bikin. Ji wê demê heta niha bi awayekî pratîkî em li ser vê xebatê disekinin. Di nav vê xebatê de jî gelek hevalan alîkariya me kir. Em spasiya mêvanan dikin ên ku me vexwendî û hatine vir. Em ji bo windanebûna ziman û çanda xwe hewl didin ku bixebitin. Me xebateke berfireh daye pêşiya xwe.”

‘Em dikarin devok û zaravayên kurdî bi perwerdeyê bikin yek’

Hevserokê PEN’a Kurd Samî Tan jî diyar kir ku dixwazin nexşeyeka li ser çand û zimanê kurdî derxînin û li ser vê yekê bangê li raya giştî bikin û piştre bi sedan kesan re dixwazin komcivînekê çêbikin, atolyeyekê çê bikin û nexşeya xwe zelaltir bikin.

Tan da zanîn ku bi perwerdehiyê dikarin devok û zaravayên kurdî bikin yek û ev tişt anî ziman: “Li ser vê esasê em dixwazin niqaşekê bikin bi hişmendiyeke demokratîk û sivîl bernameyekê derxînin holê û di vê çerçoveyê de nexşeyekê derxînin holê. Hinek armanca vê kombûnê ew e ku em di vî warî de çerçoveyêkê derxînin holê û li ser vê jî dest pê bikin. Ji ber ku em bi hêza ramanê bawer in kesên ku beşdarî vê xebatê bibe wê hêzekê bide vê xebata me. Ji ber wê yekê çiqas kes beşdar bibin wê ewqas xurttir bibe.”

Piştî axaftinên vekirinê, civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Her wiha dê civîn du rojan berdewam bike û encama civînê jî bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re were parvekirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar