Polîsên tirk li Peyasa Amedê bi ser malekê de girtin, bi lêdanê ciwanê kurd Cotkar Amara Yurek binçav kirin
Polîsên tirk li Peyasa Amedê bi ser malekê de girtin. Dema ku tîmên taybet ên tirk bi ser malê de girtin, derî şikandin. Di serdegirtina malê de polîsîn tirk demeke dirêj li ciwanê kurd Cotkar Amara Yurek dan. Polîsan li malê lêgerîn pêk anîn û hemû alavên malê serobin kirin. Piştre, polîsên ku li malê geriyan Amara Yurek binçav kirin.
Dema ku Yurek li wesayita polîsan hate siwarkirin, dayika Yurek bi dirûşmeyên ”bijî berxwedana zindanan” li pey polîsan derket. AMED