Polîsan li navçeyên navendî ya Amedê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin
Polîsên tirk vê dane sibê li navçeyên navendî Peyas, Rezan, Yenîşehîr û Sûrê yên Amedê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de derî hatin şikandin û eşyayên malan hatin belavkirin. Di serdegirtina malan de Mazlum Kardaş, Bêrîvan Abîş, Sergen Sucu, Cotkar Amara Yurek jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û polîsan binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.
Ji 7 saliya xwe ve tê binçavkirin
Cotkar Amara Yurek (17) ji 7 saliya xwe ve cara 12’yemîn e tê binçavkirin. Yurek herî dawî di 13’yê nîsana 2019’an de polîsan lê dabû û di sergirtina malê de ew binçav kiribû. AMED