Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Amedê greva birçîbînê dest pê kir

Berxwedana çalakgeran belav dibe li Amedê Parlamentera HDP’ê Dersim Dag jî di nav de 6 HDP’yî dest bi greva birçîbûnêya bêdem û bêdorveger kirin. Dersim Dag diyar kir ku dê ev berxwedan bigîhîje armanca xwe

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 116’emîn de, berdewam dike.  Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî li Hewlerê di roja 103’yemîn de, çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 77’emîn de didome. Li zindanan jî bi heman armancê berxwedana di 16’ê kanûna 2018’an de koma destpêkê tevli berxwedanê bû û di roja 78’emîn de berdewam dike. Di heman demê de ji 1’ê adarê ve ye li hemû girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji derveyî girtiyên nexweş bi hezaran girtiyên azadiyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêderveger kirine.

Li Amedê 6 berxwedêrên nû

Ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û pişgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re li Amedê jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî di nave gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destbêkirin. Çalakgerên ku li Amedê dest bi grevê kirin navê wan wiha ne; Dersim Dag, Sevîcan Yaşar, Bîlal Ozgezer, Îsmet Yildiz, Salîh Canseven û Salîh Tekîn.

Beriya çalakiya greva birçîbûn daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê DBP’ê Mehemt Arslan, Parlamenterên HDP’ê yê Semra Guzel, Remziye Tosun, Salîha Aydenîz, Musa Farisogulları, Selçuk Mizrakli û Musa Pîroglu û gelek kes jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin’

Di daxuyaniyê de Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hemû çalakgerên din û wiha got: “Tecrîda li dijî mirovahiyê ya li ser birêz Ocalan 20 salin dewam dike. Ji bo Tirkiye rêgezên qanûnên xwe pêk bîne beden û canê xwe dane ber mirinê. Ji bo rakirina tecrîdê têdikoşin. Tecrîd bi birêz Ocalan ve tenê sînorkirî nehatiye mayîn. Tecrîd li her deverê belav bûye. Dest didin sebra kurdan. Hemû gelên Tirkiyeyê şahid in û divê her kes li dijî tecrîdê bêdeng nemîne. Ji bo ji siyasetê kurdan tasfiye bikin, ji sala 2015’an li dijî hemû gelên Tirkiyeyê û aştiya Tirkiyeyê tecrîda girankirî pêk tê. Qanûnên xwe jî binpê kirin e. Li hember daxwazê ker, kor û lal mane. Werin em li dijî tecrîda li dijî mirovahiyê ya AKP’ê dengê xwe bilind bikin.”

‘Berxwedan dîroka me ye’

Parlamentera HDP’ê Dersim Dag a ku dest bi greva birçîbûnê kir axivî û wiha got: “Em di destpêkê de berxwedana Leyla Guven û hemû çalakgerên li derve û li zîndanan silav dikin. Di şexsê Leyla Guven de berxwedanek hat destpêkirin. Daxwaza milyonan bi pêşengiya berxwedana Leyla Guven hat destpêkirin. Her roja ku diçe berbelav dibe. Li her qadê rastî bersivê tê. Ji bo em bêjin ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye’ em jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dikin. Berxwedan dîroka me ye. Heta ev tecrîd neyê rakirin dê ev berxwedan geşttir bibe. Çi dibe bila bibe dê ev berxwedan bigîhîje armanca xwe. Bijî berxwedana Leyla Guven û bijî berxwedana zîndanan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar