Li Amedê, polîsan saetê serê sibehê bi ser malên gelek rojnamevanan de girtin û lêgerînan pêk anîn. Di serdegirtinan de polîsan Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Mehmet Yalçin jî di nav de gelek kesan binçav kirin.
Di dema serdegirtina malan de polîsan telefon û hin amûrên dîjîtal desteser kirin û bê ku kesêk peywirdar hebe lêgerînê pêk anîn.
Polîsan bi ser buroya JINNEWS’ê de jî girtin
Bi serdegirtina malên rojnamegeran re polîsan bi ser buroya JINNEWS’ê ya Amedê ya li navçeya Yenîşehîrê de jî girtin. Di serdegirtinê de polîsan qumpîtûr û harddîskan û hin pirtûk û kovaran desteser kirin.
Tê diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.