Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Li Amedê hişyariya ‘qedexeya’ strana kurdî!

Li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê gardiyanan, di 21'ê Adarê de ji ber stranên kurdî girtiyan hişyar kirin û gotin ku gotina stranên kurdî "qedexe" ye û gefa tundiya fîzîkî û cezayên dîsîplînê li girtiyan xwarin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, hefteya borî serdana girtîgehên li Amed, Xarpêt, Meletî, Erzîngan, Erzirom û Baybûrtê kirin û derbarê pirsgirêkên ku dijîn de bi girtiyan re hevdîtin kirin. Girtiyan, di hevdîtinan de binpêkirinên mîna sînordarkirina feeliyetên civakî, qedexeyên derbarê kurdî de û mehmeleya xerab hatin rojevê. Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Parêzer Şemdîn Şahîn ku tevlî van hevdîtinan bûbû, derbarê rewşa li girtîgehan de axivî.

Şemdîn Şahîn, diyar kir ku weke komele serdana girtîgehan dikin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi çavê xwe dibînin û wiha got: “Girtî nikarin mafên xwe bi kar bînin û wan tecrîd dikin. Di meha 25’ê adarê de li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê, girtiyek ji ber çûye nexweşxaneyê di bin navê qarantînayê de wî tecrîd kirine. Dema ku girtî diçe odeya qarantînayê gardiyan lê ferz dikin ku kincên xwe di cîhaza XRAY re derbas bike. Ji ber ku girtî li dijî wan dertê û dibêje pêkanîna wan pêkanîneke li dijî hiqûqê ye 5 gardiyan êrişî girtî dikin. Girtî ji bo girtina rapora derpkirinê serî li îdareyê dide. Lê rexmî serlêdanê jî girtî nabin nexweşxaneyê.”

 Şertên leşkerî

Sahîn, da zanîn ku piştî bûyerê gardiyanê serkêş bi 10 gardîyanan re diçe qawişa girtiyên siyasî û 3 girtiyan bi erdê ve kaş dike û wan dibe qawişên cuda û ev tişt got: “Gardiyanê serkêş, bi van gotinan ‘Tişta ku ez bixwazim dikarin bi kesê ku ez diyar bikim bidim kirin, kes nikare tişte bi min bike” gefan dixwe. Dîsa dema ku gardiyan dikevin qawişan nîzama leşkerî li girtiyan ferz dikin. Girtiyan bi rengê ku valahî di navbera wan de bimîne dikin qawişên cuda. Gardiyana ji girtiyan re gotiye ev ferman ji Enqerê hatiye.”

 Stranên kurdî qedexe ne!

Di berdewama axaftina xwe de Sahîn, bi lev kir ku di 21’ê Adarê de gardiyanan girtiyan hişyar kiriye ku gotina stranên kurdî “qedexe” ye û derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Bi tundiya fizîkî û cezayên dîsîplînê gef li girtiyan xwarine. Ev rewş nîşan dide ku mêjiyê dewletê di mijara zimanê kurdî de qet neguheriye. Her çiqas qenaleke mîna TRT Kurdî hebe jî em dibînin ku vê qenal tenê ji bo propagandayê bi kar tînin. Bi qedexekirina stranên kurdî pratîka Esat Oktay Yildiran nîşşan didin. Bi vê dixwazin vê peyamê bidin, ‘Di nav sînorên ku min diyar kiriye de tu azadî, li gorî diyarkirinên min tu dikarî bi kurdî biaxivî.”

 Polîtîkaya bêcezahiştinê

Şahîn, destnîşan kir ku rapora ku derbarê binpêkirinên mafan de amade kiriye ji saziyên pêwîst re şandine û gilî kirine û wiha dawî li axaftina xwe anîn: “Lê bi tu awayî li me venegeriyane. Ev tê wateya parastina berpirsyaran. Bi vî awayî gardiyan jî hêz digirin û binpêkirinên mafan didomînin. Çawa ku faîlên zarokên kurd ên li kolanan tên kuştin bi bêcezahiştinên tên xelatkirin, li girtîgehan jî dewlet polîtîkaya bêcezahiştinê dimeşîne. Çi dibe bila bibe di îşkenceyê de demborîbûn tuneye. Em ê xebatên xwe yên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bidomînin. Bêguman wê rojek ev dosya ji refan dakevin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar