Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...
Pazartesi - 16 Eylül 2024

Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Li Amedê li dijî qeyûman çalakî

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku nokteya polîtîkayên şer ên AKP gihîştiyê bi Rûsyayê re peymanê îmze dike û wiha got: “Heke we Peymana Dolmbahçeyê înkar nekira û nas bikira we yê îro bi Rûsyayê re vê peymanê îmze nekira.”

HDP di çarçoveya boykotkirina meclisê ya ji bo 3 rojan de li Amedê bernameyên xwe cûr bi cûr didomîne. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê, endam û rêveberên HDP’ê, endamên Meclisa Şaredariyan, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û bi sedan welatî îro li Qada Deriyê Çiyê kom bûn. Buldan û yên li gel wê ji bo tayînkirina qeyûman, girtina hevşaredaran û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava şermezar bikin li Qadê daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Beriya çalakiya HDP’ê polîsan qadê dorpêç kir û li derdorê maşîneyên zirxî bi cih kirin. Polîsan bi hinceta “ewlehiyê” welatiyên li çayxaneyên derdorê rûniştîbûn rakirin û derdorê valakirin. Polîsan parka li ber qadê jî vala kir. Welatiyan bertek nîşanî polîsan dan.

Hevserokê HDP’ê ya Pîranê Mustafa Alinterî û rêveberên HDP’ê ji navenda Pîranê derketin rê ji bo ku beşdarî çalakiyê bibin. Polîsan li navçeyê pêşiya HDP’iyan girt û destûr neda werin navenda Amedê.

Ewil destur nedan welatiyan

Polîsan destûr neda welatî li Qada Deriyê Çiyê kom bibin. HDP’yî demek bi polîsan re hevdîtin kirin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û yên ligel wan di dorpêça polîsan de derbasî qadê bûn.

Hevserok Buldan li qadê axivî û ev tişt anî ziman: “3 roj in em bi gelê xwe re li Amedê li kolanan li dijî girtin, qeyûm, tecrîd û polîtîkayên şer li vir in. Me sê roj meclisê boykot kir. Em bi gelê xwe re li dijî zilma û zextên li me tên kirin, bertek nîşanî vê didin.

Bi sedan salan in kurdan înkar dikin

Bi sed salan e yên vî welatî birêve dibin kurdan eciqandin, înkar kirin, tune hesibandin û xwestin bi her cûre polîtîkaya zext û tundiyê bieciqînin. Îro yên ku mafê jiyankirinê ji kurdan re nas nakin, bi têketina Sûriyeyê re û destpêkirina şer re dixwazin kurdan ji axa Sûriyeyê derdixin. Yên ku dixwazin kurdan ji axa wan derdixin bila vê ya baş zanibin; gelê kurd bi sedan sal in li dijî vê zilma we serî netewandiye û çond daneniye. Wê ji îro şûn ve jî ev gel li dijî zilma we serê xwe netewîne. Yên tên qetilkirin, înkarkirin, bindestkirin û koçberkirin kurd in. Yên tên bijartin û nahêlin wezîfeya xwe bike dîsa kurd in. Yên tên girtin dîsa kurd in. Yê her zilm û zordarî li ser tê kirin dîsa kurd in. Kesên dibêjin pirsgireka me bi kurdan re tuneye bila li xwe binêrin û li wîjdanê xwe bipirsin.

Hûn zilmê li kurdan dikin

Hûn li van bajaran zilmê li kurdan dikin. Hilbijêrên kurdan bişînin hefsê. Her cûre destekftiyên gelê kurd desteser bikin û bidizin. Lê vê ya baş bizanibin, sibê roj lê vê qadê sindoq bê dayîn gelê Amedê wê carek din xwedî li vîna xwe derkeve.

Înkarkirina Mutabakata Dolmabahçeyê

Me gelek caran got û em dibêjin destwerdan û şerê li dijî axa Sûriyeyê ne çareserî ye. Me gelek caran got tu zirara gelê kurd û gelên li wir nagihîje we. Me got neçin wir û mudaxele nekin. Me got polîtîkaya we şaş e. Me got kurdan û gelên Sûriyeyê ji axa wan koçber nekin. 8 sal in li dijî her destkeftiyên gelê kurd we her cûre mudaxeleyê pêk anî. Lê herî dawî nokteya hûn hatinê bi Rûsyayê re peymana 10 xalî we îmze kir.

Xwezî we di destpêkê de di sala 2015’an de Peymana Dolmbahçeyê jî nas bikira. Heke wê mutabakatê înkar nekira û nas bikira, îro hûn ne mecbûr bûn bi Rûsyayê re peyamana 10 xalî îmze bikin. Ew mutabataka Dombahçeyê dihat wateya demokratîkkirina Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn. Lê piştî wî dîmenî ango erêkirina 10 xalên li Dolmbahçeyê we ji gelên Tirkiyeyê re pir dît. Jixwe çibû ji wê rojê şûn ve bû. We polîtîkaya şer û ewlehiyê danî pêşiya xwe. Hûn ji demokratkkirinê dûr bûn. Hûn ji her mafên mirovan dûr bûn û we serî li her rêbazê dijminahiyê û zilmê da.

Gelê kurd esas bigirin

We di serî de Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli û zarokên egît ên vî gelî xistin hepsan. Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş hêj di hepsê de ne. We wan xist hepsê lê piştî wê li tavilê sinoqên hatin dayîn ne qeyûmên we lê dîsa îradeya vî gelî bi ser ket. Divê hûn demildest dev ji van şaşîtiyên xwe berdin. Ne bi şer û pevçûnan em li benda we ne hûn bi kurdan re li hevkirin û muzakereyan ji xwe re esas bigirin.

Dê kurd teqez bi ser bikevin

Ev welat hem welatê tirkan û hem jî welatê kurdan e. Sûriye welatê kurdan û yên gelên din e. Teqez wê yên vê pêvajoyê qezenc bikin hebin. Helbet wê yên di vê pêvajoyê de bi ser bikevin teqez dê kurd bin.

Demildest dest ji şer û dagirkiriya Sûriyeyê berdin. Demildest axa Sûriyeyê radestî Sûriyeyê bikin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştî û demokrasiyê heye.

Rojên têkçûyîna AKP’ê tên

Bila her kes baş dizanibe, kengê û li ku gelên me zirar bibîne em ê li wir bin û em ê li cem wan bin. Wê ev zilm biqede û dê dawî li AKP’ê were. AKP kêliyên xwe yên dawî dijî. Di hilbijartinek dawî de wê AKP’ê têk biçe. Ev welat yê hemû gelan e. Rojên xweş û azad li pêşiya me ne. Em hemû gelê xwe silav dikin.”

Piştî axaftina Buldan HDP’yî û welatî derbasî çalakiya rûniştinê bûn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar