Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Amedê polîsan êrîşî gel kir

Polîsên dewleta tirk mudaxeleyî girseya ku xwest biçe gora Zulkuf Gezen kir û nehişt girse biçe serdana gorê. Her wiha Gezer li gelek navendan hat bibîranîn

Cenazeyê Zulkuf Gezen ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke fedaî pêk anî, duh bi rengekÎ korsanî ji aliyê polîsên dewleta tirk ve hat revandin û bi awayekî korsanî hat veşartin.

Gelê Amedê jî xwest biçe ser gora Gezer a li Goristaina Yenîkoyê ya Amedê lê belê polîsên tirk êrîşî gel kirin.

Girseya ku li navçeya Rezanê kom bû û xwest biçe Goristana Yenîkoyê rastî mudaxeleya tund a polîsan hat. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan, parlamenterên HDP’ê jî di nav de girseya ku meşiya di têketina goristanê de polîsan pêşiya wan birî. Polîsên li vir bi mertal û maşîneyên zirxî ku barîkat ava kiribûn bi ava şid mudaxeleyî girseyê kirin.

Piştî nîqaşek dirêj wekîlên HDP’ê derbasî aliyê din a barîkatan bûn. Parlamenter li hundirê goristanê carek din ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û destûr nehat dayîn biçin ser gora Gezen. Piştî astengiyê parlamenterên HDP’ê ji goristanê veqetiyan û çûn serdana sersaxiyê ya li Mala Sersaxiyê ya Şaqlatê.

‘Em ê xwedî li çalakgeran derbikevin’

Ji aliyê din ve li gelek navenda bi daxuyaniyan Gezer hat bibîranîn.

HDP’ê ya Şirnexê, derbarê çalakiya Gezen de daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya partiyê hat lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, namzetên hevşaredarên bajêr û gele kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê HDP’ê yê bajêr Zekî Îrmez di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Divê demildest tecrîd bê dawîkirin û em naxwazin canekê xwe yê din winda bikin. Daxwaza wan daxwaza gelê kurd û em ê xwedî çalakgeran derkevin.”

Di şexsê Ocalan de gelê kurd tê tecrîdkirin 

HDP’ê ya Cizîrê jî derbarê çalakiya Gezen de daxuyanî li ber avahiya partiyê da. Xizmên windayan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî gelê kurd û nûnerên wê şerek taybet heye û wiha hat gotin: “Di şexsê Ocalan de tecrîda li ser gelê kurd zêde kirin. Ji bo ku kesên mîna Zulkuf ji nava me neçin, divê em demildest bikevin nava liv û tevgerê.”

Her wiha li navend û navçeyên Sîwereg, Serê Kaniyê, Wêranşar, Pirsûs, Bêrecûk, Xelfetî û Heweng ên Rihayê jî darbarê çalakiya Zulkuf Gezen de daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Di hat xwestin ku tecrîd rabe û pêşiya mirinan bên girtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar