Li Amedê polîsan bi ser Avahiya HDP’ê ya Amedê ve girtin û 5 HDP’iyên ku îro ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger binçav kirin
Li Amedê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalagerên grevên birçîbûnê re Parlamentera HDP’ê Dersim Dag jî din av de 6 HDP’iyan îro dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêderveger kirin. Polîsên tirk xwe li vê çalakiya ku li Avahiya HDP’ê ya Amedê ku pêk dihat negirt û êrîşî çalakeran kirin.
Polîsan Sevîcan Yaşar, Bîlal Ozgezer, Îsmet Yildiz, Salîh Canseven û Salîh Tekîn ên ku ketibûn grevê binçavkirin. AMED