Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Amedê protesto didomin

Welatiyên ku bertek nîşanî ji peywir girtina Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli didin, li gel mudaxaleyên tund ên polisan jî çalakiyên xwe didomînin. Di çalakiyan de hin welatiyan xwe li erdê dirêj kir û hewl dan bi vê yekê TOMA’yan rawestînin

Li Amedê bertekên li dijî jipeywirgirtin û tayînkirina qeyûm a şûna Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli didomin. Welatiyên ku li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li Kolana Xarpêtê li hev kom bûn, rastî êrîşa polisan hatin. Polîsan bi ço û ava şid êrîşî welatiyan kirin. Di vê navberê de Endamê Baroya Amedê Parêzer Serhan Ozdemîr mudaxaleya polisan bi çepikan şermezar kir. Dema ku polisan hewl da Ozdemîr binçav bikin, serokê berê yê Baroya Amedê Ahmet Ozmen bertek nîşanî polîsan da.

Çalakiyên kolana lîseyê

Di çalakiyên ku li tevahiya rojê li Kolana Lîseyê berdewam kirin de, ji ber êrîşa polîsan hin welatî birîndar bûn. Welatiyên ku polisan êrîşî wan kir, bê navber dûrişmeyên; “Em natirsin, serî danaynin” , “Amed ranezê li vîna xwe xwedî derkeve” , “Em bi têkoşînê bi ser kevin” berz kirin. Welatiyên ku li Kolana Liseyî bi israr çalakiya xwe domandin, cara 3’yemîn rastî êrîşî polîsan hatin. Ji ber ku 4 TOMA’yan bi hev re avê reşandin, hin çalakger ketin erdê û birîndar bûn.”

Xwe li erdê dirêj kirin tomayan asteng kirin

Her wiha ji ber mudaxaleya polisan camên gelek dikanan şikiyan. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Mûsa Farisogûllari û Salîha Aydenîz jî li Kolana Lîseyê rastî êrîşî polîsan hatin. Li ser vê yekê hin welatiyan pêşiya TOMA’yan girtin û nehiştin ku bi pêş ve biçin. Her wiha hinek welatiyan jî xwe li erdê dirêj kir û derbasbûna TOMA’yan asteng kir.

Bi kolm û pihînan êrîş kirin

Çalakgerên ku cara 4’an rastî êrîşî polisên hatin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Di dema êrîşî de polîsan bi kulm û pihînan li hin welatiyan da. Welatiyên ku ji Kolana Lîseyê veqetiyan, çûn ber avahîya HDP’ê ya bajar. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar