Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Terora dewletê: Herî kêm 418 kes hatin binçavkirin  

Di operasyonên qeyûm ên rejîma AKP’ê de yên li dijî şaredariyên HDP’î li 29 bajaran herî kêm 418 kes hatin binçavkirin

Rejîma AKP’ê careke din dest danî ser Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên HDP’î. Li gel desteserkirina şaredariyan li dehan bajaran terora binçavkirinê hebû. Endam, rêveberên HDP’ê û endamên meclisa şaredariyan bûn hedefa vê terorê.

Polîsên tirk avêtin ser malên Hevserokên HDP’ê yên Amedê Hulya ALokmen Ûyanik û Zeyat Ceylan. Ji ber ku her du hevserok ne li malê bûn nekarîn bên binçavkirin. Lê belê polîsên tirk li malên herdu hevserokên HDP’î lêgerîn kirin. Polîsên tirk avêtin ser mala Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya 78’an Ganî Alkan û ew binçav kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Tirk li 29 bajaran di operasyonên qirkirina siyasî de 418 kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan bi taybetî li Amed, Wan û Mêrdînê hemû endamên HDP’î yên meclîsên şaredariyan hatine binçavkirin.

Çend ji kesên hatine binçavkirin navê wan wiha ye: Rêveberên HDP’ê yên Amedê Kadîr Înanir, Edîp Bînbîr û Alî Îhsan Karahan, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê Sevîm Bîçîcî, rêveberê HDP’ê yê navçeya Rezanê Hayrî Etyemez, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûrat Emînoglû, endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Akdogan, Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selda Baran, endamên Meclisa Partiyê ya HDP’ê Mesût Bagcik û Bûrhan Karakoç, rojnamevan Tumen Anli, xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûstafa Akengîn û Şiyar Dag, Mahmût Korkmaz, Fevzî Işik, Fûat Yalçin, endamên HDP’ê ya navçeya Çinarê Mahmût Ûlûs û Fevzî Demîrkiran, endamê HDP a Bismilê Lokman Bozkûr, endamê Kongreya Îslam a Demokratîk Naîf Erdem, Hevşaredarê Peyasê Davût Kesen û endama meclisa şaredariya Peyasê Nûrşen Akbal. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar