Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Amedê rewşa Covîd-19’ê

Her diçe hejmara pêketiyên Covîd-19’ê zêde dibin. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran rewşa li Amedê nirxand.

Tûran destnîşan kir ku li nexweşxaneyên dewletê yên li bajêr cih nemaye û diyar kir ku nexasim jî liv û tevgera di Cejna Qurbanê de çêbû, çend roj şûnde wê bandora xwe bide der.

Tûran da zanîn ku li Amedê nexweşxaneyên dewletê tije bûne û got ku di ser 600’î re nexweşên tên tedawîkirin hene û ji vana nêzî 100 heb jê jî li beşa awarte tên tedawîkirin.

‘Nexweşan dişînin malê’

Di axaftina xwe de Tûran diyar kir ku di demên dawî de kesên testa wan pozîtîf dertê wan dişînin malên wan û ev tişt anî ziman: “Hin nexweşan dişînin malê, bi dermanan tên tedawîkirin. Dû re gava nexweşîn dijwar bibe mecbûr wan li nexweşxaneyê didin razandin. Ji ber ku li nexweşxaneyê cih tuneye, nexweşên divê li nexweşxaneyan bimînin jî dermanan didin wan û wan dişînin malên wan. Gava nexweş li malê be xetereya belavbûna şewbê jî zêde dibe.”

Tûran destnîşan kir ku Covîd-19’ê bi rêya dilopikan û bi rêya temasê zûtir belav dibe û got ku kesê testa wî pozîtîf derkeve bi kesên din ên li malê jî dixe û wiha domand: “Li herêmê malbat qelebalix in. Ev yek jî nîşan dide ku wê pir belav bibe. Li van deran ne mimkun e ku vîrûs belav nebe. Beriya 1’ê hezîranê li Amedê hejmara pêketiyan kêm bû. Hejmara pêketiyan di navbera 60-100 kesî de bû. Lê piştî 1’ê hezîranê pir zêde bû.”

‘Dibe ku zêdetir bibe’

Tûran anî ziman ku di Cejna Remezanê de qedexeya derketina derve hebû, lê belê dîsa liv û tevgerek hebû û ev liv û tevger di Cejna Qurbanê de zêdetir bû û wiha pêde çû: “Digotin ‘Corona daketiye peravê.’ Di vê cejnê de hin kes vegeriyan malên xwe. Her wiha ên ber bi rojavayê welêt çûn jî hebûn. Wexta mirov li ser van tiştan hemûyan disekine, 20 roj şûnde wê dema qupketinê ya vîrûsê biqede û dibe ku hejmara pêketiyan zêde bibe.”

Her wiha Tûran got ku daxwaza wan ew e ku maske û amûrên paqijiyê yên şexsî bêheq bên belavkirin û hejmara testan pir bê zêdekirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar