Welatiyê 33 salî Ramazan Unal ê li Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûr a Amedê dijiya, ji ber bêkarî û pirsgirêkên aboriyê, dawî li jiyana xwe anî. Bûyer duh bi şev rû da.
Dayika Unal, duh bi şev ji mala xwe ya li Kolan Telgrafhane çû dikanê û dema ku paşve vegeriya kesekê derî lê venekir. Dayika Unal li ser vê yekê bangî çilingir kir. Dayika ku ket hUndirê malê rastî cenazeyê kurê xwe hat. Hat hînbûn ku Unal ê li Stenbolê di kafeyekê de dixebitî, ji ber pandemiyê bê kar ma ye û neçar maye ku paşve vegere gel dayika xwe.
Cîranên malbatê, diyar kirin ku Unal ji ber bêkariyê û pirsgirêkên aboriyê dawî li jiyana xwe aniye. AMED