Weqfa Ehmedê Xanî ku nû vebû li Holandayê, bi şevbihurka muzîk û helbestê silav li kurdîhezan dike
Weqfa Ehmedê Xanî li Amsterdamê hat avakirin. Weqf niha bi çalakiyeke hunerî silavê li hunerhezên Kurd dike. Di çalakiya bi navê “Şevbuhêrk li Amsterdam”ê de muzîk û helbest di bernameyê de wê hebin.
Şevbuhêrk 10’ê Gulanê saet di navbera 18.00-23.00’an de li dar dikeve. Di şevê de helbestvan Berken Bereh, Kawa Nemir û Mehmet Çetîn bi helbestan, Eleonorre Fourniau û Hozan Dîno bi muzîkê dê derkevin peşberî mêvanan. Çalakî li navnîşana Podium Mozaik Bos en lommerweg 191, 1055DT Amsterdam pêk tê. Ji bo agahiyan têkilî dikare bê danîn bi [email protected] re. AMSTERDAM