Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Antalyayê 60 girtî di greva birçîbûnê dene

Li girtîgehên Tîpên L ên Antalya û Alanya, 9 jê jin 60 girtî, di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Girtiyan banga hestiyariyê kirin û wiha gotin: “Heta ku tecrîda li ser rêbertiya me neyê  şikandin em ê di çalakiyê de bin. Ev bedenên me yên me ji mirin û birçîbûnê re razandine, bila fedayê Rêbertiya me be. Bila hemû kes bibin dengê me.”

Girtiyên binavê Mesût Canbey, Ramazan Sayan, Nevîn Gokçe û Zelal Başboga yên li Girtîgeha Tîpa L a Alanya di 5’ê Çile de, Gurbet Ozturk û Hacîre Çay ên li Girtîgeha Tîpa L a Antalya di 26’ê Çile de, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, çalakiya xwe berdewam dikin. Hat diyar kir ku hejmara çalakgeran ji 1’ê Adarê vê derketiye 60’î û ji van 60 girtiyan 9 jê jî jinin. Hat destnîşan kirin ku ji derveyî girtiyên zarok û nexweş, hemû girtiyên din ên siyasî di greva birçîbûnê dene. Hat ragihandin ku rayedarên girtîgehan derbarê çalakgeran de lêpirsîna dîsîplînê dane destpê kirin.

‘Bibin dengê me’  

Li aliyê din hat zanîn ku vîtamîna B1 nadin girtiyan û ji ber ku girtî çûyîna revîrê qebûl nakin, kontrolên wan ên şekir, kîlo û tansiyonê nayên kirin. Girtiyên ku her roja diçe kîlo didin, ev peyam şandin: “Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Di encamê de mirin jî hebe, em ê li ber xwe bidin û çalakiya xwe bi serkeftinê taçîdar bikin. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me neyê şikandin em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Ev bedenên me yên me ji mirin û birçîbûnê re razandine, bila fedayê Rêbertiya me be. Bila hemû kes bibin dengê me.”

Navê girtiyên di greva birçîbûnê de

Navê girtiyên di greva birçîbûnê dene, wiha ne:

* Girtiyên di 5’ê çile de, li Girtîgeha Tîpa L a Alanya ketin greva birçîbûnê: Mesût Canbey, Ramazan Sayan, Nevîn Gokçe û Zelal Başboga.

* Girtiyên di 26’ê çile de ketin greva birçîbûnê: Gurbet Ozturk û Hacîre Çay.

* Girtiyên di 15’ê sibatê de ketin greva birçîbûnê: Şeraffetîn Dogan, Selîm Kegî, Emrecan Demîr, Serhat Tûncer, Enez Adlim û Harûn Olmez.

* Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Alanya di 1’ê adarê de 3 jê jin 16 girtiyan dest bi grev birçîbûnê kirin.  ketin greva birçîbûnê.

* Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalya di 1’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê kirin: Hazifa Abdulazîz, Hasan Katar, Sîpan Nasir, Yildirim Temel, Muzbah Acar, Feyaz Tasuk, Zuhat Ozkan, Îlyas Alak, Îsmet Çelîk, Dîkran Çelîk, Ramazan Aksu, Eyup Kiliç, Îzzet Karadag, Omer Denîz, Burhan Çelîker, Eshet Dalkiliç, Abbas Kaya, Veysî Ozçakan, Ziyadîn Akalan, Mehmet Fîdan, Ferhat Konûk, Azar Benek, Bayram Ayhan, Mehmet Şeran, Yusuf Bedîr, Furat Unver, Îslam Erdogan, Veysî Avar, Emre Saldûz û Muhammet Kîraz.

* Girtî Leyla Sarûhanoglû di 3’yê adarê û Şengul Kaçar jî di 8’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.” ANTALYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar