Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Li aqûbeta Acar û Gunduz hat pirsîn

Xizmên Windayan û ÎHD li Amedê li serpêhatiya Mehmet Salîm Acar, li Êlihê jî serpêhatiya Alî Gunduz ên bi darê zorê hatin windakirin pirsîn û li Geverê jî li faîlên Saît Akin hat pirsîn.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 812’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Xizmên windayan û endam û rêveberên ÎHD’ê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn jî beşdarî çalakiyê bû. Vê hefteyê serpêhatiya windakirina Mehmet Salîm Acar ê di 20’ê tebaxa 1994’an de li taxa Ambarê ya ya navçeya Bismila Amedê hat revandin hat xwendin.

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ewilî axivî û bang li hemû rêxistinên civakî û demokratîk kir ku sibê beşdarî mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin. Yilmaz wiha got: “Pêkanîna aştiyê bi rûbirûbûna raboriyê re pêkan e. Heke rûbirûbûna bi raboriyê re çênebe, ne pêkan e ku aştiyek mayînde jî çêbibe.” Yilmaz sebr û metanetê ji malbata Narîn Guran a winda re xwest û ev pirs kir: “Narîn Guran li ku ye?”

Paşê jî Îhsan Acar ê ku 30 sal berê bavê wî hat windakirin axivî û got: “Bila kes vê heqîqetê jinedîtî ve neyê. Divê rastî derkevin holê. Ez bang li wan kesên ku bûne şahidê wê hovîtiyê dikim; we windayên me birin ku? We li ku winda kir? Şeş zarokên bavê min hebûn. Bavê min li ber çavên min birin. Wê ev têkoşîna me nifş bi nifş bidome û bila gumana kesî ji vê nebe.”

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz jî serpêhatiya windakirina Mehmet Salîm Acar xwend. Di daxuyaniya serpêhatiya windakirina Acar de hat destnîşan kirin ku ew ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin û heta ku Acar û hemû girtî bên dîtin û faîl bên darizandin û girtin dê çalakî berdewam bike.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Êlîh

Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê çalakiya heftane berdewam kirin û di hefteya 648’emîn de jî li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li serê Cadeya Gulistanê li hev civiyan. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê serpêhatiya windakirina Alî Gunduz ê di 22’yê tebaxa 1998’an de li gundê Helanê yê bi ser navçeya Kercewsa Êlihê ve ji malê derket û carek din agahî jê nehat girtin, hat xwendin.

Rêveberê ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî serpêhatiya windakirina Alî Gunduz xwend. Elçî got ku ji wê rojê ve agahî ji Alî Gunduz nehatiye dîtin û xwest hemû winda bên dîtin û faîl bên darizandin. Elçî diyar kir ku heta faîl bên dîtin dê çalakiyên xwe bidomînin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Colemêrg

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Colemêrgê jî bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 138’emîn de li Kolana Hunerê ya Geverê çalakî li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li faîlên Saît Akin ê di 25’ê îlona 1995’an de ji aliyê leşkerên li gundê Befircana Geverê derketibûn operasyonê ve hat kuştin, hat pirsîn.

Rêveberên DEM Partiyê, DBP, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan piştevaniya çalakiyê kirin. Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz metna daxuyaniyê xwend. Çapraz li faîlên Saît Akin pirsî û got ku ew ê dest ji lêgerîna windayan bernedin û heta ku aqûbeta windayan bê zanîn dê têkoşîna xwe bidomînin.

Îzmîr

Rêveberên Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” a ji du hefteyan carekê li dar dixe vê hefteyê jî pêk anî. Çalakî li ber Sumerbanka kevn a li navçeya Konakê hat lidarxistin. Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û serpêhatiya Mehmet Salîm Acar (31) ê di 20’ê tebaxa 1994’an de li navçeya Bismila Amedê hatibû windakirin, xwend û xwest winda Acar bê dîtin û faîlên wî bên darizandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar