KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Li ASTANA Peyman, li QAMIŞLO Komkujî!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Di heman rojan de li Astana civîna çarqolî ya cîgirên wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiyê, Îrana û Sûriyê pêktê.

Her wiha di heman demê de Mesrûrê kurê Mesûdê Berzanî dîsa li gel fermandarê xwe R.Erdoganê dîktatorê faşîst, ji kamerayên medya re, bi kêfxweşî û devlikenî dîmen û wêneyan pêşkeş dike.

Ma gelo van bûyerên di heman wextan de pêktên, hema jixweber e an parçeyên senaryoya mezin a dujminatiya doz û Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê ye?

Bêgûman, dewama projeya giştî ya dijî Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê ye û bi taybetî jî, di pêşengtiya R.Erdogan de li gel hevkarên wî her çar dewletên dagirker Sûriye, Îran, Iraq û hêza xayin a Berzanî ve tê birêvebirin.

Li vira ya herî giring û divê gelek zelal were zanîn, berfirehî û mezinahiya vê projeyê ye. Jiber ku ev projeyek navdewletî ye, ji mêj ve dane destê R.Erdogan û bû 21 sal e ku vê projeya qirkirina gelê Kurdistanê, bê navber û bê hempa dide meşandin.

Jixwe hêzên hegemonên cîhanê, vê rastiyê red nakin(nadin mandelayê) û aşkere aşkere piştgriya vê projeya xeternak dikin. Her wiha bi zelalî destekê didin nokerê xwe R.Erdoganê xwînxwar û xwînrij,

Hema mînaka herî dawî, serkeftina noker û nonerê xwe yê xwînxwar R.Erdogan a di hilbijartinan de, hemûyan li pey hev pîroz nekirin? Û hema li pey vê serkeftina faşîzmê û pîrozbahiyên kêfxweşiya li ser xwîna gelê me R.Erdogan, êrîşên xwe yên li ser gelê mê, xaka me û bi taybetî Tevgêra Azadiyê, hîn mezintir kîr.

Jixwe êrîşên van rojên dawî yên bê navber ên li ser Şingalê, Mexmûrê û Rojava bi tevayî(belê bi taybetî êrîşa dawî ya Qamişlo), nîşana zelal a encamê desteka palpişt û fermandarên cîhanî yên R.Erdogan e.

Lewma divê gelê Kurdistanê û raya giştî cîhanê, gunehkar û tawanbarên serekê û dûvikên wan ên van êrîşên dijî mirovahiyê, yeko yeko zelaltir nas bikin. Ji DYA’yê û Rûsyayê despê bikin, li pey wan derbasî R.Erdogan û xiyaneta mezin a Berzaniyan û hwd.bibin. Her wiha divê li goreyî vê mezinahiya xeterê herkes tevbigere!

Di vê mijarê de, derew û bêexlaqiya herî mezîn jî ev e; ku dibêjin “em li dijî terorîzmê peymana girê didin û li dijî terorê şer dikin”!

Na xêr, ne li dijî terorîzmê û terorê şer dikin, jiber ku ew bi xwe xwediyên terorîzmê ne, ew terorê dikin û teroristan/kujeran amade û perwerde dikin, dişînin/dajon ser gelê Kurdistanê û hêzên Tevgêra Azadiya Kurdistanê!

Hema yekser weke mînaka gotina pêşiyên gelê Kurdistanê ku dibêje; “guriyê navê min li te be û kumê min jî le serê te be”!

Weka heman mînakê, van zirhêzên hegemon ên cîhanê yên afrênerên terorîzmê û perwerdekar/memostayên tetorîstan, bi taybetî jî afrênerên hêzên weke DAIŞê, kumên xwe didin serê têkoşêr û şervanên rizgariya gelê Kurdistanê!

Derewek mezin a  din jî, dibêjin “em li dijî hêz û kesên çekdar ên terorîst  şer dikin”! Ma gelo di wê êrîşa hovane ya vê dawiyê ya li QAMIŞLO de ew însanên hatin şehîd kirin û birîndar kirin, çekdar bûn an sivîl/medenî bûn?

Li ber çava ye ku her sê kesên şehîd û kesê birîndar jî, rêveberên sivîl-siyasî yên KANTONA QAMIŞLO bûn. Taybetmendiyêk din a vê êrîşa hov ev bû ku, dudu jê jin bûn û yek hevserok yek jî cîgira serokatiya Qantonê bûn.

Jixwe ji despêkê ve, tirsa van rejîm û hêzên dewletên desthilat, gelekî ji Şoreşa Rojava heye û bi taybetî jî, ji jinên siyasî û têkoşer hene. Jiber ku pêşengên vê Şoreşê jin in, loma ewqas jê ditirsin.

Lê hema em gotina pêşiya tirka bînin bîra wan: Tu fêdeya tirsê jî çarenûsê re nîne! Jiber ku çarenûsa vê dewleta dagirker û qirker a tirk, sergoyê dîrokê ye! Bê gûman têkoşîn divê!

Nûçeyên Têkildar