Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî greva birçîbûnê

Komeke ji kurdistaniyan pêk dihat li avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Londonê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û balkişandina ser rewşa çalakvanên di greva birçîbûnê de, dest bi greva birçîbûnê kirin

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişandina ser çalakiyên greva birçîbûnê, komeke ji kurdistaniyan pêk dihat di danê sibehê de li avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Londonê çalakî li dar xist. Çalakiya kurdistaniyan vegeriya greva birçîbûnê.

Di danê sibehê de bi tevlêbûna endamên Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber (Gîk-Der) û Meclisa Gel a Kurd li avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Londonê çalakî hat kirin. Tevî hemû israran jî kom ji avahiyê derneket û bi şefê Maseya Tirkiyeyê re civiyan.

Daxwazên çalakvanan hatin redkirin

Di civînê de hat gotin ku bêdengiya rêxistina efûyê ya li hemberî binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyeyê û tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin. Di civînê de ji rêxistina efûyê hat xwestin ku bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Ocalan şermezar bikin. Li ser neqebûlkirina van daxwazan jî çalakvanan dest bi greva birçîbûnê kir.

Xwestin ku rêxistin bi erka xwe rabe

Koma ku têkildarî mijarê dosyayek radestî maseya dewleta tirk a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir da zanîn ku ji bo şikandina tecrîdê bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û rewşa wan giran e. Çalakvanan ji rêxistina efûyê xwest ku bi erka xwe rabe. Koma çalakvan ku ji 6 kesan pêk dihat piştî ku daxwazên wan hatin redkirin, bi daxuyaniyekê ragihandin ku dest bi greva birçîbûnê dikin.

Bi dehan kes ketin avahiya rêxistina efû yê

Di daxuyaniyê de helwesta rêxistina efûyê hat şermezarkirin û hat gotin ku bi biryar in ku çalakiya xwe bidomînin. Bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê re bi dehan kesên li derve di çalakiyê de bûn ketin avahiyê û piştgirî dan çalakvanan. Tevî hemû hewldanên Rêxistina Efûya Navneteweyî ya qanekirinê encam negirt û çalakî hê jî didome. LONDON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar