Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Li Avaşîn û Bazîdê 14 leşker hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Avaşîn û Agiriyê derbên giran li artêşa tirk dane. HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên wan de li Avaşînê 8 û li Bazîdê jî 6 leşker hatine kuştin

Li herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Eyaleta Serhedê gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî hêzên artêşa tirk çalakiyên bi bandor pêk anîn. Di çalakiyan de derbên giran li artêşa tirk hatin xistin û gelek leşker hatin kuştin.

Der barê mijarê de Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên wan di 23 û 24’ê gulanê de li herêma Avaşînê li dijî hêzên artêşa tirk çalakî pêk anîne. HPG’ê ev agahî dan: “Hêzên me di 23’yê gulanê saet di 17.30’an de li nêzî Tepê Xwedê yê herêma Avaşînê çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.”

Gerîla li helîkopterê jî xist

HPG’ê di berdewamê de jî daxuyand ku hêzên wan di 24’ê gulanê saet di 10.30’an de jî ji sê aliyan ve li yekîneyeke artêşa tirk ên ji Geliyê Granayê diçûn Tepê Xwedê û encama çalakiyê wiha parve kir: “Di vê çalakiyê de 7 leşkerên tirk hatin kuştin û tifingeke MPT-76 hate desteserkirin. Dema ku helîkopterek dihat herêmê, gerîlayan li wê helîkopterê jî dan. Hêzên me yên ku çalakî pêk anîn bi silametî vegeriyan baregehên xwe.”

Çalakiya YJA Starê

Daxuyanî wiha dom kir: “Hêzên YJA-Starê jî li rêya Qereqola Şilê ya Bazîd a Agiriyê wesayîteke zirxî ya Kobra îmha kir. Di vê çalakiyê de 6 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin. Hêzên artêşa tirk di 24’ê gulanê de qadên Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin. Di van êrîşan de zirar negihişt hêzên me.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar