Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Avaşînê 3 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand li Avaşînê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyên karîger hatine kirin, bi kêmanî 3 dagirker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî çalakiyên gerîla yên li Avaşînê û êrîşên hewayî yên dewleta tirk agahî da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Zapê;

11’ê cotmehê saet 09:00’an hêzên me li Kela Bedewê li dijî dagirkeran çalakiyeke karîger kirine. Di çalakiyê de hêzên me li mewziya Bombeavêjê ya dagirkeran dane û di encamê de 3 dagirker hatine cezakirin. Çekeke bombeavêj û mewziyek hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê dewleta TC’ê ya dagirker bi wesayîtên sivîl windahiyên xwe ji qadê birine.

Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Cumalî Çorum ku bi êrîşên çekên kimyewî şehîd bûyî û ji bo tola şehîdên Werxelê hatiye kirin.

11’ê cotmehê saet 17:10’an û 17:40’î li herêma Zapê, qada Çiyayê Reş bi balafirên şer hatiye bombekirin.

11’ê cotmehê saet navbera 23:00-23:50’î derdora Dola Heval Cuma ya li qada Golka a herêma Metînayê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

11’ê cotmehê saet di navbera 23:00-23:50’î de derdora Çemê Lolanê ya herêma Xakurkê û qadên Sinînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

12’ê cotmehê saet di navbera 15:00-21:00’an de li ser eta Qaşûrê ya herêma Metînayê tevgera helîkoptêra çêbûye. Eynî saetan quntarên Girê Mozella bi helîkoptêrên êrîşê û obûs û hawanên qereqolên ser sînor hatine bombekirin.

12’ê cotmehê saet navbera 23:00-23:50’î li qadên Mervanos a herêma Avaşîn, Tabûra Ereban û qada Banista tevgera helîkoptêran çêbûye. 11’ê cotmehê saet 16:55’an qada Werxelê bi balafirên şer hatiye bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar