Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Li Avaşînê çalakiyên gerîla: 3 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê çalakî li dar xistin. Hat ragihandin ku di van çalakiyan de 3 dagirker hatine kuştin û dagirkerek jî birîndar bûye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

23’ê hezîranê ji saet 05:00 heta 24’ê hezîranê saet 20:00 çeperên şer ên li qada Werxelê hatin bombekirin.

24’ê hezîranê saet di 12:00 de li dijî dagirkerên ku dixwestin bikevin nava çeperên şer, bi koordîneyî çalakî hate lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên ferdî li dagirkeran xistin. Li vir dagirkerek hate cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li hedefên dagirkeran xist û li vir jî dagirkerek hate cezakirin. Heta saet 17:00 jî şer dem bi dem şer dewam kir. Di encama şer de dagirkeran bi qedemeyekê xwe vekişand. Çeperên şer bi balafiran hatin bombekirin. Saet di 21:30’î de komeke dagirker dema ku tevdigeriya bû hedefa hêzên me. Hejmara dagirkerên ku li vir hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin. Di heman demê de bi çekên giran li helîkopterên êrîşê û yên Skorsky hate xistin ku hewl didan bikevin qadê.

25’ê hezîranê saet di 07:30’î de li qada Girê Sor li dijî dagirkerên ku hewl didan bikevin nava çeperên şer, çalakî hate lidarxistin. Li vir dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man ku bi qedemeyekê xwe vekişînin.

Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:

24’ê hezîranê saet di navbera 19:40’î û 21:30’î de helîkopter li ser qada Girê Silêman geriyan, dagirkerên li vê derê guhertin. Heman şevê saet di navbera 01:00-01:30’î de qada Girê Sor, derdora gundê Herkî û qada Werxelê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

24’ê hezîranê saet di navbera 22:00-01:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser qada Qaşûra û zeviyên gundê Orê geriyan. Gundê Orê hem bi helîkopterên êrîşê hem jî bi obus û hawanên ji qereqolên li ser sînor hate bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar