Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Avaşînê derbên giran li dagirkeran hat xistin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî leşkerên tirk ên dagirker ên li herêma Avaşînê bi çekên giran çalakî li dar xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê daxuyanî da û ev agahiyan parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

27’ê tebaxê saet di 19:25’an li herêma Avaşînê li qada Werxelê, 30’ê tebaxê jî saet di 19:10’an li qada Tabûra Ereban, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di her du çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin, bi rengekî serkeftî li wan hat xistin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

30’ê tebaxê saet di navbera 10:00-22:00 de qada berxwedanê ya Werxelê 2 caran bi teqemeniyan, 7 caran jî bi gazên bi jehr hat bombekirin. 31’ê tebaxê ji saet 09:00 û pê ve qada berxwedanê bi gazên bi jehr tê bombekirin.

Li ser qadên berxwedanê liv û tevgereke zêde ya droneyan û balafirên keşfê dewam dike.

30’ê tebaxê saet di navbera 01:00-01:30’î û 31’ê tebaxê saet di navbera 09:00-09:30’î de qada Çemço ya li herêma Zapê bi obusan ji aliyê qereqolên li ser sînor ve hat bombekirin.

30’ê tebaxê ji saet 13:00 heta nîvê şevê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Êdinê, Bênavê, Kêste, Hirorê û qadên Girê Şehîd Çiya û Kela Qûmriyê ji aliyê qereqolên li ser sînorê ve bi obusan hat bombekirin. Ji ber vê bombardûmana artêşa tirk a dagirker agir bi qadê ket û şewat dewam dike.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar