PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Avaşînê şerekî giran heye

HPG'ê ragihand ku li qada Avaşînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê di navbera gerîlayên HPG/YJA Starê û dewleta tirk a dagirker de şerekî giran heye 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dewlet tirk a dagirker daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Li Herêma Avaşînê;

Artêşa TC’ê ya dagirker 23’yê cotmehê li herêma Avaşînê li qadên Stûnê, Gundê Çiyê, Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Firatt û Girê Şehîd Elî operasyoneke dagirker daye destpêkirin. 25’ê cotmehê derengiya şevê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Girê Şehîd Dîren piştî ku leşker danîn, bi teqemeniyan bombe kiriye.

27’ê cotmehê artêşa TC’ê ya dagirker qada Girê Şehîd Dîren 10 caran bi teqemeniyan bombe kiriye. 28’ê cotmehê dagirkeran dema ku xwestin bi pêş ve biçin hêzên me bi taktîka sabotajê li wan dane. Di çalakiyê de bi kêmanî dagirkerek hatiye cezakirin.

27’ê cotmehê saet 16:08’an Qada Berxwedanê ya Girê Qertel bombe kirine.

29’ê cotmehê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Basta û Stûnê operasyoneke dagirker daye destpêkirin.

Li dijî vê operasyona dagirker ku artêşa TC’ê dayî destpêkirin hêzên me bi giyanekî qeyîm ê Apoyî li ber xwe didin. Di navbera dagirker û hêzên me de di zik hev de şer didome.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar