Li navçeya Efelerê Suleyman Şahîn ku bi karê cotkariyê re mijûl dibû, ji ber qeyrana aborî û xîzaniyê dawî li jiyana xwe anî
Li taxa Çeşetepe ya navçeya Efelerê ya Aydinê cotkarê bi navê Suleyman Şahîn (60), li axura mala bi çekê gule berî xwe da û dawî li jiyana xwe anî. Li gorî agahiyên ku ji xizmên wî hatin wergirtin, Şahîn ji ber qeyrana aboriyê gelek zehmetî kişandiye û derûniya wî xera bûye û ji ber vê xizaniyê dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Şahîn ji aliyê xizmên wî ve hat dîtin û piştî lêkolîna dozger a li cihê bûyerê ji bo otopsiyê rakirina morga Nexweşxaneya Dewletê ya Aydinê. AYDIN