Hate ragihandin ku artêşa tirk a dagirker ev 2 roj in li herêma Bagokê dest bi operasyoneke leşkerî ya berfireh kiriye
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, artêşa tirk a dagirker li Çiyayê Bagok a girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 2 roj in dest bi operasyoneke leşkerî kirine.
Hate ragihandin wesayîtên zirxî û bi hezaran leşker tevlî operasyonê bûne. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku operasyon ji geliyê Marîn destpê kiriye, gundên Sêdarî, Xirbê Mişka û Badbe li xwe digre û beriferh dibe. MÊRDÎN