Piştî ku dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin, xetên telefonê yên bajar û navçeyên li ser sînor hatin birîn
Dewleta tirk piştî amadekariyên mezin û sewqiyetên leşkerî yên mezin, li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir.
Hat zanîn ku piştî ku êrîşa dagirkeriyê dest pê kir, li hemû bajarên ser sînor ên weke Şirnex û Rihayê xetên telefonê hatin birîn.
Welatiyên li bajarên ser sînor dijîn nikarin bi telefonên destan têkiliyê deynin.