Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Li bajarên Tirkiyeyê êrîş, li herêmên dagirkirî pevçûn qewimîn

Komên faşîst ên tirk li Qeyseri, Bûrsa, Dîlok û gelek bajarên din êrîşî malbatên penaberan kirin. Êrîşên faşîstan ên li ser malbatên penaberan tevahiya şevê domiyan. Li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê li dijî dewleta tirk a dagirker xwep»şandan hatin lidarxistin. Hat hînbûn ku çeteyên tirk êrîşî xwepêşandanan kirine û hin çalakger hatin kuştin.

Piştî ku şefê faşîst Erdogan ragihand ku ew rejîma Şamê re di nava danûstendinê de ne, li bajarên Tirkiyeyê û li aliyê Sûriyeyê herêmên ji hêla dewleta tirk ve hatine dagirkirin şênî daketin kolanan û alên tirkan şewitandin. Li Qeyseriyê 30’yê tîrmehê li dijî penaberên Sûriyeyê êrîşên nijadperest destp pê kiribû. Ev êrîşên nijadperest duh bi şev belavî gelek bajaran bû. Komên nijadperest êrîşî dikanên penaberan kirin û xesarê dan dikanan.

Êrîşên nijadperest li Qeyseriyê, li navçeya Reyhanliya Hatayê, Bûrsa, Kilîs, Edene, Dîlok, Îzmîr û Stenbolê  pêk hatin û koman êrîş birin ser malên  penaberan jî. Li Dîlokê hat gotin penaberek ji Sûriyeyê hatiye kêrkirin û videoya vê yekê li ser medya dîjîtal belav bûye.

Berdevkê  Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê yê CHP’ê Hasan Şencan vîdeoyek belav kir û got: “Xelkê Dîlokê yê hêja; ji kerema xwe em gazî zarokên xwe  bikin bila bên malên xwe. Di nav çalakiyên ku bên provekirin de ne. Ciwanên hêja vegerin malên xwe.”

Xwepêşandanên li herêmên dagirkirî didomin

Li bajarê Sermeda yê nêzî deriyê Xerbe Coz ên gundewarê Idlibê xwepêşandan ên di bin dagirkeriya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ)  hatin lidarxistin.  Li hemberî wî çeteyên HTŞ’ê seferber bûne. Li bajarên Etarib û Ebzmo yên gundewarê rojavayê Helebê jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşandêran girtin ser noqte û erebeyên dagirkeran.

Li gundewarê Helebê yê di bin dagirkeriya artêşa tirk a dagirker de jî xwepêşandan hatin lidarxistin.  Li bajarê Efrînê jî di navbera xwepêşandêrên bi çek û artêşa tirk a dagirker de şer rû da. Di encamê de xwepêşandêrek hatin kuştin û 7 xwepêşandêrên din birîndar bûn. Li herêmê alozî serwer e.

Li gorî medyayan, zarokeke li nêzî deriyê Bab Selame bi guleyan birîndar bû.

Li deriyê sînor ê bajarê Cerablusê jî leşkerên artêşa tirk ên li ser sînor gule avêtin xwepêşandêran. Li bajarokê Kefer Cenê yê gundewarê Efrînê ala komara tirk li deriyê sînor ê Xezawiyê hat rakirin.

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku piştî xwepêşandanan, înternet li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê qut bûye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar