Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Li Bakur coşa 8’ê Adarê

Navenda Nûçeyan |

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li seranserî bajarên bakurê Kurdistanê jî jin bi cil û bergên xwe yên folklarîk ên reng bi reng daketin qadan. Ji Amedê heta Wan û Şirnexê jin diherikin qadan û bi coşeke mezin 8’ê Adarê pêşwazî dikin.

WAN

Di vê çarçoveyê de li Wanê bi dirûşma ‘Em berxwanê birêxistinê dikin, ber bi azadiyê ve diçin’ li eywaneke dewetê ya li bajar pîrozbahiya 8’ê Adarê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan, aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek, endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û bi sedan jin amade bûn.

Li eywana pîrozbahiyê pankartên ‘Jinên ciwan tirsa faşîzmê pêşenga berxwedanê ne’, ‘Jina şer dike azad dibe, jina azad dibe xweşik dibe, jina xweşik dibe tê hezkirin’ , ‘Em di azadiyê de bi israr di tekoşînê de bi biryar in’ û ‘Em berxwanê birêxistinê dikin, ber bi azadiyê ve diçin’ hatibûn daliqandin.  Jinên ku bi kincên xwe yên reng reng bi reng tev li pîrozbahiyê bûn, bênavber li tilîliyan di lînin û li ber stranan govendê digerînin. Coşa pîrozbahiyê her ku diçe

ŞIRNEX

Bi heman boneyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê li Silopiya ya Şirnexê jî pîrozbahî tê lidarxistin. Di pîrozbahiyê de hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, parlamenter Nûran Îmîr, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek jinên din amade bûn.

Jinên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn cilên xwe yên folklorîk li xwe kirine û bi coşeke mezin pîrozbahiyê dikin. Jin bênavber dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz dikin.

AMED

Yek ji bajarên ku pîrozbahiya wê tê mereqkirin jî Amed e. Îsal jî pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê hate organîzekirin. Mîtîng dê li Qada Îstasyonê bi dirûşma ‘Em berxwedan birêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşîn’ bê lidarxistin. Her çiqas qada pîrozbahiyê ji hêla polîsan ve hatibe dorpêçkirin jî, ji niha ve herikîne ber bi qadê ve didome.

Qada mîtîngê bi pankartên ‘Em yekitiya netewî dê bi pêşengtiya jinê birêxistin bikin’, ‘Kuştin, tacîz û tecawiz polîtîk in’, ‘Têkoşîn bi te dest pê dike û berxwedanê jî birêxistin bike’, ‘Em ji bo xweza û azadiya jinê ekolojiyê diparêzin’ û ‘Ji bo heqîqet û edaletê li ber xwe didin’ hatine daliqadnin.

Di heman demê de jinên ji Dêrik, Nisêbîn, Qoser û Rihayê jî bi cilên xwe yên kurdî tev li pîrozbahiya li Amedê bûn. Her wiha endamên Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKP), Meclisa Jinan a KESK’ê, TJA, ESP, Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê, Meclisa Jinan a HDP’ê û Meclisa Dayikên Aştiyê bi pankarta ‘Gotinek me heye û heza me ya guhertinê heye’ heta qada mîtîngê meşiyan.

Her wiha gelek dowîzên ku hatin amadekirin ji hêla polîsan ve bi hinceta ranegihandine emniyetê hatin komkirin. Jinan bi dirûşm û tilîliyên xwe helwesta polîsan şermezar kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar