Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li Bakur coşa cejna Newrozê

Navenda Nûçeyan |

Ji ber vîrûsa koronayê Newroza îsal bi girseyî nayê pîrozkirin. Ji ber vê yekê KCD, HDP, DBP û rêxistinên demokratîk ku her sal pêşengiya mîtîng û şahiyan dikir îsal biryar dan ku ji bo tenduristiya civakê dê mîtîngan li dar nexin û Newrozê bi girseyî pîroz nekin. Li ser vê yekê hat xwestin ku her kes Newrozê li malên xwe pîroz bike. HDP’ê bi daxuyaniyekê bang li gelê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku saet di 20.20’an de li malên xwe bi tililî, çepik û dirûşman agirê Newrozê pê bixin.

Li ser banga HDP’ê saet di 20.20’an de di serî de li Amedê, li hemû bajarên bakurê Kurdistanê gelê kurd derket û bi tililî, dirûşm û çepikan tev li çalakiya Newrozê bûn. Gelek welatiyan li kolanan agirê Newrozê pê xist û gelek welatiyan jî li şaneşînên xwe agirê Newrozê hil kir.

Her wiha welatiyan di dema çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Newroz’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî gerîla’ berz kirin û sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ xwendin.

MÊRDÎN

Di heman demê de li gundê Hêşeriyê yê Qoserê agirê Newrozê hate pêxistin. 2 roj berê ciwanan li ser Girê Hêşeriyê agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kir. Li gundê Hêşeriyê çend dîmen ji pîrozbahiya Newrozê ya malbatî ku zarok pêşengiya wê dikin.

Li taxa Zorava ya Nisêbînê jî agirê Newrozê hat pêxistin. Şêniyên taxê li erseyeke vala agirê Newrozê pêxistin û paşê çûn malên xwe. Li Qoserê jî welatiyan zû dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Esnafan li ber dikanên xwe di hundirê tenekeyan de agir pêxist. Li Dêrikê jî şêniyên mezrika Kelekê yê gundê Şêba Jêr jî agirê Newrozê pêxist. Welatiyên çûn serê gir û agir pêxistin û paşê çûn malên xwe.

WAN

Li quntarên Çiyayê Erekê agirê Newrozê hat pêxistin. Piştî pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî ji ber vîrûsa koronayê hatin betalkirin, rêveberên HDP’a Wanê li quntarên Çiyayê Erekê agirê Newrozê pêxistin. Hevserokê HDP’a Wanê Okkeş Kava jî di nav de HDP’iyan li dor agirê Newrozê govend gerandin û Newroz pîroz kirin.

Ji çalakiya Amedê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar