Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Bakur coşa pîrozbahiyên Newrozê

Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Li bakurê Kurdistanê destpêka ewil a pîrozbahiya Newrozê di 15’ê adarê de li navçeya Elkê ya Şirnexê hatibû dayîn. Gel bi pêşengiya rêxistinên KCD, TJA, HDP, DBP û saziyên civakî îro li 19 navendan Newrozê pîroz kirin. Bi hezaran kurd li Dêrsim, Şirnex, navçeya Pirsûsê ya Rihayê, navçeya Qoserê ya Mêrdînê, navçeya Panosê ya Agiriyê, Mêrsîn, navçeya Gebze ya Kocaeliyê di saetên serê sibehê de berê xwe dan qadên Newrozê. Tevî hewa sar û barîna berfê jî gel bi cilên xwe yên neteweyî herikîn qadên Newrozê û bi pankard, dowîz û girseya xwe xemilandin.

Navçeya Panosê

Li Navçeya Panosê ya Agirî xelkê navçeyê ji serê sibehê ve li qadê kom bûn û qad tije kirin. Tevî serma zêde jî xelk li qada pîrozbahiyê kom bû û Newrozê pîroz kir. Li gelek gundan ji ber barîna berfê rê hatin girtin û tevlibûna Newrozê zehmet kir. Xelkê Panosê li ser berfê li ber stranan govendê gerandin.

Navçeya Pirsûsê

Li navçeya Pirsûsa Rihayê jî agirê Newrozê hat vêxistin. Gelek rêyên diçin qada Newrozê ji aliyê polîsan û leşkeran ve hatin girtin. Li hemberî van astengkirinên polîsan jî gel li qadê kom bûn û govend gerandin. Li qada Newrozê wêneyê Denîz Poyraz û wêneyên 33 ciwanên di êrîşa DAIŞ’ê de hatin qetilkirin û pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin” û Newroz Pîroz be” hatin daliqandin. Polîsan pankarta “Ji her kesî re edalet” nexistin qadê.Polîsan bi sedema “pankart têkildarî Newrozê nîne” asteng kir.

Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtin û axaftina dest pê kir. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axaftin hat kirin. Pişt re jî Hevserokên HDP’a Pirsûsê derbarê girîngiya Newrozê de axivîn. Agirê Newrozê bi coşek mezin hat vêxistin. Newroz bi coş hat pîrozkirin.

Navçeya Qoserê

Li Navçeya Qoserê bi deh hezaran welatî li Qada Otogarê kom bûn û bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” Newroz pîroz kirin. Gel tevî baranê li qadê kom bûn û li ber stranan govend gerandin. Newrozê bi rêzgirtinê û axaftinan dest pê kir. Di pîrozbahiyê de siyasetmedarê kurd Ahmet Turk hîtabî gel kir û wiha got: “Îro bi deh hezaran hevalên me girtî ne. Ji ber siyaset kirine hatine girtin. Li ser wan polîtîkaya tecrîdê tê meşandin. Tecrîda ku li ser Birêz Abdullah Ocalan dane destpêkirin îro li ser hemû girtiyan dimeşînin. Divê em li dijî van polîtikayan li ser piyan bin. Divê gelê me li dijî van polîtîkayan li ser piyan bin.”

Turk, bal kişand ser rewşa siyasetmedar Aysel Tûglûk jî wiha got: “Îro hevseroka me û hevala me Aysel Tûglûk hêj girtî ye. Tu wîjdan vê yekê qebûl nakin. Lê bi rastî jî nikare li girtîgehê bimîne. Lê wîjdanê wan hêj wê di girtîgehê de dihêlin. Divê bi lez serbest bê berdan.”

Mêrsîn

Newroz li Çukurovayê li 5 bajar û 2 navçeyan tê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozê yên li Çukurovayê bi dawî bûn. Li Çukurovayê Newroza yekemîn li Qada mîtîngê ya Tirmilê ya Mêrsînê hat pîrozkirin. Qada Newrozê bi flamayên rengîn hatin xemilandin. Pankartên “Newroz pîroz be”, “Em ê tecrîdê bişikînîn, faşizmê têk bibin”, “Dem dema serkeftinê ye” hatin daliqandin. Serê sibehê jin bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi xiftanên xwe herikîn qada Newrozê. Girseya li hev kom dibe dirûşmên “Bijî Newroz”, “Newroz Pîroz be” berz dikin. Jinan bi rengê kesk, sor û zer xwe xemilandin bi stranên Newrozê govendê gerandin.

Şirnex

Li navenda Şirnexê jî pîrozbahî hat lidarxistin. Girseyê li qada pîrozbahiyê pankartên “Dem dema serkeftinê ye”, “Newroz raperîna jinan e” û “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin” daliqandin. Welatiyên beşdarî pîrozbahiyê bûn cilên netewî li xwe kirin û qada Newrozê bi rengê cilên neteweyî zindî kirin. Ji serê sibehê ve ji zarokan bigire hata kal û pîran herikîn qada Newrozê. Tevî hewa sar jî xelk li qadê kom bû û bi kelecaneke mezin pîrozbahiyê dan destpêkirin. Ciwan û kal û pîr li ber stranan govendê gerandin.

Dersîm

Li Dêrsim, Gebze û navendên din jî pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin. Bi hezaran welatî li qadên pîrozbahiya van navendan kom bûne. Newroz bi coşek mezin didome.

Idir

Bi hezaran kes bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” heriqîn qada Newrozê ya Îdirê. Di saetên serê sibehê de jin bi kincên xwe yên kurdî herikîn qada Kiliçlar a Newrozê. Tevî berfê jî bi def û zirneyê gel govend gerand. Girseya herikî qada Newrozê pankartên “Dem dema serkeftinê ye” û “Newroz pîroz be” li qada Newrozê rakirin. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî di Newrozê de bal kişand ser têkoşîna ku li hemberî zilmê tê dayîn û wiha got: “Gel li dijî zilmê her tim bi biryar têkoşiya. Li dijî zilmê sekna kurdan her tim diyar e. Tekane muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Abdulah Ocalan e.”

Girsê piştî axaftinan agirê Newrozê pêxist û govend gerandin. Pîrozbahî bi stranên Koma Muzîkê ya Dengê Meymanê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar