Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Bakur û Başûrê welat vîrûsa koronayê belav dibe

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) li gel li seranserî cîhanê, li Kurdistanê jî her ku diçe bêhtir belav dibe. Bi taybet li başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê jî vîrûs her ku diçe belavtir dibe û rîskeke mezin bi xwe re tîne.

Di vê çarçoveyê de gundê Esenyamaç ê navçeya Elbakê û mezrayên Çemik û Tellîkaya yên navçeya Şax a Wanê ji ber şewba vîrûsa koronayê xistin qarantînayê. Li gorî agahiyan, welatiyê ku ji Stenbolê hatiye gundê Esenyamaçê, rakirin nexweşxaneyê. Encama testa welatî pozîtîf derket û li ser vê yekê jî temamiya gund xistin karantînayê. Li mezrayên Çemik û Tellîkayayê jî encama testa welatiyekî pozîtîf derket û li ser vê yekê xistin karantînayê. Hat zanîn ku gundê Xanê yê Ebex a Wanê jî ev 4 roj in ji ber vîrûsa koronayê di karantînayê de ye.

Rewşa başûrê Kurdistanê

Li başûrê welat jî şewba koronayê her ku diçe belavtir dibe. Têkildarî mijarê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Federal a Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku li Hewlêrê 8 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine. Wezaretê destnîşan kir ku ji van kesan sê jê xelkê bajarê Dihokê ne û demek berê ji Fransayê vegeriya bûn. Wezaretê diyar kir ku li Hewlêrê kesekê din ê bi vîrûsê ketî sax bûye û bi vê yekê re hejmara kesên li Hewlêrê bi vîrûsê ketin û piştre jî sax bûn derket 6’an.

Bi van daneyan re jî hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketin li başûrê welat bû 150. Heta niha 56 kesên bi virûsê ketin jî baş bûne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar