Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin

Xewla Mihemed li ser sîstema perwerde û fêrkirinê ev tişt anî ziman: “Armanca me avakirina nifşeke ku ji pêşketina zihnî re vekirî be û di nava civakê de xwdî rolû misyon be. Ev jî serkeftinek e û destkeftiyên keda şoreşê ne. Dema îro em dibînin şagirtên me bi zimanê xwe fêr dibin ji bo me tiştekî bi qîmet û pîroz e.”

Dibistanên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê yên bi zimanê dayikê perwerdeyê didin di 1’ê îloê vebûn. Li bajarê Hesekê li 197 dibistanên amadehî, navîn û seretayî, şagirt dixwînin û fêrî zimanê dayikê dibin. Hejmara mamosteyan 2 hezar û 700 e piraniya wan jin in. Li aliyê din piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Serêkaniyê di 2019’an de nêzî 25 dibistan, ji ber ku koçber lê bi cih bûbûn hatin girtin. Di materyalên ku di sîstema xwendinê de didin xwendekarên amadehî de, dersa Jinelojî jî heye.

Têklidarî vê mijarê endama Rêveberiya Dibistanan a Hesekê Xewla Mihemed der barê destpêkirina qonaxa xwendinê de nirxandin kir.

Xewla Mihemed diyar kir ku sîstema xwendinê pir girîng e û ji bo avakirina kesayet, civakek azad û demokratîk esas e û wiha axaftina xwe domand: “Sîstema xwendinê yek ji lingên bingehîn ên pergala neteweya demokratîk e. Ji ber ku bi riya sîstema xwendinê kesayet û civakek saxlem tê avakirin. Dema ew civak xwedî felsefeyek rast be, metirsî li ser wê civakê tune ye. Em dixwazin kesayetên azad, xwedî felsefeyek azad, xwedî maf û parastina mafên jin û jîngehê bigihîjin. Mamosteyên me jî pispor in di dema betlaneyê de wan perwerde didan û li ser vê bingehê hewl didin nifşekî azad, xwedî ziman, dîrok, çand û rêzgirtina ji neteweyên din biafirînin. Armanca me avakirina nifşeke ku ji pêşketina zihnî re vekirî be ye, ne mirovekên weke robot ku tenê waneyê xwe temam bikin. Berovajî wê em dixwazin di nava civakê de zane, xwedî rol û misyon bin.”

Xewla Mihemed der barê sala nû ya xwendinê de wiha got: “Jixwe deriyê dibistanan nû hatine vekirin, hejmarek mezin ji şagirtan berê xwe didin dibistanê da ku xwe zana bikin û fêrî zimanê xwe bibin. Heya niha jî şagirt tên serdana dibistanê dikin û xwe qeyd dikin. Me ji 1’ê îlonê ve amadekariya dibistanan kir ji aliyê paqijiyê û tiştên ku pêwîst e dikin em li ser sekinîn. Pirtûk li hemû dibistanan hatin belavkirin û şagirtan dest bi xwendinê kirin. Di 25 dibistanên me de koçberên Serêkaniyê bi cih bûne. Niha amadekarî ji bo derxistina wan ji dibistanan tê kirin. Dûre dê li kampa Serêkaniyê werin bicihkirin. Ji ber ku bi rastî jî girtina van dibistanan bandorek neyînî li sîstema xwendinê dike û hewcedariya şagirtan pê heye.”

Xewla Mihemed bal kişand ser êrîş û reşkirinên li ser sîstema xwendinê û wiha got: “Li ser sîstema xwendinê êriîşên bi her awayî tên kirin. Hem ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hem jî ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve. Di êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê de destpêkê sîstema xwendinê hat hedefgirtin û heya niha jî gelek dibistan girtî ne û şagirt ji xwendinê bêpar mane li aliyê Zirgan û gundewarên Til Temirê. Li aliyekî din reşkirin heye çima heya niha sîstema xwendinê nehatiye erêkirin. Tu pêwîstiya me bi erêkirina dewletan tune ye. Em têra xwe dikin, îro em xwedî li xwe û zarokên xwe derdikevin. Em sîstema xwendinê bi rêk û pêk didin meşandin ji pêşdibistanê heya zanîngehan. Ev jî serkeftinek e û destkeftiyên keda şoreşê ne. Dema îro em dibînin şagirtên me bi zimanê xwe fêr dibin ji bo me tiştekî bi qîmet û pîroz e. Jixwe dewlet sîstema me qebûl nakin ji ber ku ji xwe ditirsin lewma em li benda kesê namînin me qebûl bikin an jî nekin em ê bi keda xwe û rêxistinbûyîna xwe werin qebûlkirin.”

Xewla Mihemed tekez kir ku di materyalên Rêveberiya Xweser de Jineolojî esas e û wiha anî ziman: “Jineolojî di materyalên Rêveberiya Xweser de cih digre, di qonaxa amadehî de tê dayîn. Jineolojî pir girîng e û ji bo zarokên keç ên nûgihîştî esas e. Em dixwazin di vî temenî de rastiya xwe, xwezaya xwe û dîroka xwe nas bikin. Di hefteyê de seatek tê dayîn lê ev dem têr nake niha bi vî rengî tê dayîn.

Xewla Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Niha di bin konan de bi hezaran mamoste û şagirt xwendina xwe berdewam dikin, ev bi xwe serkeftinek e û peyamek e. Ev nîşan dide ku çi dibe bila bibe wê sîstema xwendinê berdewam bike. Em dixwazin ev şagirt vegerin bajar û dibistanên xwe, bi rehetî xwendina xwe berdewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar