Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 6 bajarên mezin û 40 bajaran pêk tê

Bi qanûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara bajar û bajarokan hate guhertin. Li gorî qanûnê Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî 6 bajarên mezin, 40 bajar û 105 bajarokan hat dabeşkirin.

Qanûna Dabeşkirina Îdarî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30’ê nîsana 2024’an di rûniştina 98’an a Meclîsa Gelan de hatibû erêkirin. Di qanûnê de pênaseya kanton, bajar, bajarok, gund û mezra ji nû ve hatibû kirin û hejmara van jiyangehan hatibû diyarkirin. Li gorî qanûnê Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî 6 bajarên mezin, 40 bajar û 105 bajarokan hat dabeşkirin.

Lê piştî derketina qanûnê ji hinek kantonan îtiraz hatin kirin û ji bo Meclîsa Gelan serlêdan hatin kirin.

Piştî van serlêdanan, Meclîsa Gelan duh (10 Gulan 2024) rûniştina xwe ya 99’an li dar xist û mijar xist rojevê. Di encama nîqaşan de Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat nûkirin û hejmara bajar û bajarokan jî guherî.

Li gorî guhertinên dawî herêm wekî 6 bajarên mezin, 45 bajar û 141 bajarokan hat dabeşkirin.

Naveroka qanûna hatiye guhertin wiha ye:

Qanûna bi hejmar 6 a sala 2024`an.

Qanûna dabeşkirina îdarî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakru û rojhilatê Sûriyeyê.

Beşa yekem

Dabeşkirina îdarî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojilatê Sûriyeyê

Made /1/

1-Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê ji knatona Cizîr, Dêrazor, Reqa, Firat, Minbic, Efrîn, Şehba û Tebqayê pêk tê.

2-Her kantonek ji bajar, bajarok, gund, mezra û yekemîneyên nîştecihbûnê pêk tê.

3-Bajar jî ji navenda bajêr, bajarok, gund, mezra û yekîneyên niştecihbûnê pêk tê.

4-Bajarok ji navenda bajarokê, gund, mezra û yekîneyên niştecihbûnê pêk tê.

Made /2/

Mezra, gund, bajarok, bajar û bajarên mezin li gorî gelheya li jêr têne diyarkirin:

1-Mezra: Gelheya wê ne zêdetirî 100 kesî ye.

2-Gund: Gelheya wê di navbera 101 û heta 5 hezar e.

3-Bajarok: Gelheya wê di navbera 5 hezar û yek û 35 hezar de ye.

4-Bajar: Gelheya wê di navbera 35 hezar û yek û 200 hezarî de ye.

5-Bajarê mezin: Gelheya wê zêdetirî 200 hezarî ye.

Beşa duyem

Dabeşkirina îdarî ya her kantonekê

Made /3/

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 7 kantonan pêk tê. Kanton ev in: Cizîr, Dêrazor, Reqa, Firat, Minbic, Efrîn û Şehbayê, Tebqa. Her yek ji bajar û bajarokan li gorî daneyên li jêr pêk tê:

1-Kantona Cizîr?

Kantona Cizîrê ji van yekîneyên îdarî pêk tê:

a-Bajarên mezin: Hesekê û Qamişlo

b-Bajar: Serêkaniyê (Ras El Ên-Rîş Îno), Şedad, Amûde, Dirbêsiyê, Tirbespiyê (Qehtaniye -Qibûr Heyûriye), Çilaxa (Hewadiye), Gerkê Legê (Mabed), Dêrik (Malikiye), Til Koşer (Yarûbiye), Til Hemîs, Til Birak, Hol, Til Temir, Zirgan (Ebû Rasên), Mergede û Erîşe.

c-Bajarok: Til Tawîl, Tiweyne, Til Bêder, Redşeqra, Mexrûm, Um Medfe, Til Mecdel, Tenûriye, Girbawî, Til Helef, Mebrûke, Elok, Minacîr, Sefih, Medan, Ebdan, Ebû Fas, Herîrî, Cager Bazar, Tiwîz, Tobo, Sinceq Sadûn, Ebû Feri, Hilwe, Til Marûf, Maşûq, Abra, Kîşke, Mistafawiye, Xana Serî, Robarya, Eyn Dîwar, Girê Fatî, Xirbet El Bîr, Til Ehmed, Ukaz, Ebû Cirin, Ceza, Xet Rîwan, Sîmhan rojava, Til Ehmedî, Esîbix, El Fedxemî (xeta rojhilat), Til El Cayir, Um Huceyre, El Hedadiye, El Xera, Qibûr El Qeracne, Qirmanî, Til Kerem; Xenamiye, Sikîr û Til Emîr.

2-Kantona Dêrazorê:

Kantona Dêrazorê ji yekîneyên îdarî yên li jêr pêk tê:

a-Bajar: Kesra, Cezrat, Besîra, Sewr, Hecîn. Bajarê Firat: Ebû Hemam, Keşkiye, Xeranîc. Bajarê El Şihîl: Şihîl, Zubyan. Bajarê Sûse: Şafa û Sûse.

Bajarok: El Sewa, Hermûşiye, Bisêtîn, Herîciye, Sebha, Ebû Xeşeb, Cirwan, Muweylih, Cenîne, El Keber, Hewayc Ziyab, Hewayc Bû Masa, Mihêmîde, El Husan, El Ezbe, Miîzîle, Ceîd Igêdat, Derenc, El Tabane, Ebû Hesen, Siwêdan, Baxoz.

3-Kantona Reqayê:

a-Bajarê mezin: Reqa.

b-bajar: Kerame û Hezîme.

c-Bajarok: El Ikêrşî, Retla, Sehlebiye, Gidêran, Reqa El Semra, El Qehtaniye, El Cedîdet, El Galta, Tişrîn û Mezari El Reşîd, El Hemrat, El Kesrat û El Hos.

4-Kantona Firatê:

a-Bajarê mezin: Kobanî.

b-Bajar: Sirîn, Qenaya, Eyn Îsa, Girê Spî û Çelebiye.

c-Bajarok: Şêran, Qadiriye, Til Xezal, Remale, Bînder, Taşlûk, Cirin, Hîşe, Silûk, Belek, Hemam Tirkmen, Elî Baciliye, Şirke, Zêdî, Ebû Xerze û El Şêx Hesen.

5-Kantona Minbicê:

a-Bajarê mezin: Minbic.

b-bajar: Ebû Qelqel û El Muhterêq.

c-Bajarok: Heye, Farat, Til Hozan, Bastlî û Erîme.

6-Kantona Efrîn û Şehbayê:

a-Bajarê mezin: Efrîn.

b-Bajar: Reco, Cindirês, Mabeta, Şiyê, Şera, Til Rifet, Bab, Cerablus û Ezaz.

c-Bajarok: Şêrawa, Meydankê, Meydana, Bilbilê, Ehrezê, Fafîn, Ehdas, Soran, Mari, Exterîn, Dodiyan, Keferxan, Til Betal rojhilat, Raî, Qibasîn, Hezwan, El Xendûre, El Dabis, El Camil, Siwêde, Şawa.

7-Kantona Tebqayê:

a-Bajar: Tebqa, Mensûra, Cirniye.

b-Bajarok: Siweydiye, Sefsafa, Şemsedîn, El Bû Asî, El Hemam û El Mehmûdlî.

Beşa sêyem:

Yekîneyên îdarî yên nû:

Made /4/
1-Li gorî pêşniyara meclîsên gelan ên yekîneyên îdarî yên diyar û bi erêkirina Meclîsa Gelan a kantonê, navlêkirin, navend û sînorên mezra, gund, bajarok, bajar û bajarên mezin têne diyarkirin.

2-Dibe ku Meclîsa Gelan a kantonê pêşniyare kiribe, wê demê divê meclîsên gelan yên yekîneyên îdarî yên têkildarî wê erê bike ji bo ku dûre ji aliyê Meclîsa Gelan a kantonê ve biryar der barê pêşniyarê de bê standin.

Made /5/:

Ev qanûn ji dema ku Meclîsa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve erê kiriye, derbasdar e.

Dîroka derxistinê 10-5-2024″

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar