Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Rêya di navbera Amed û Xarpêtê de ji duh êvarê ve girtiye

Berfa zêde li bakurê Kurdistanê rêyên di navbera bajaran de girt û trafik rawestand. Rêya di navbera Amed û Xarpêtê ji duh êvarê ve girtiye û têkiliya di navbera her du bajaran de qut bûye

Li bakurê Kurdistanê ji duh êvarê ve berfeke zêde dibare û rêyên di navbera gelek bajaran de hatine girtin. Li gorî agahiyên ku me ji Midûriyeta Rêyên Bejahî ya Amedê wergirtin, rêya di navbera Amed û Xarpêtê, Amed û Çewlik û Amed û navçeya Weranşar a Rihayê de ji trafîkê re hatine girtin. Rêya di navbera Amed û Xarpêtê de jî duh ji saet 18.00’an ve ji trafîkê re hatiye girtin. Wesayît ji Amedê tenê dikarin heta navçeya Erxeniyê biçin. Ji Erxeniyê heta Xarpêtê rê girtiye û destûr nayê dayîn ku wesayît ber bi Xarpêtê ve biçin.

Midûriyeta Rêyên Bejahî ya Amedê ragihand ku ji bo vekirina rêya di navbera Amed û Wêranşarê de jî xebat dane destpêkirin û dê heta çend saetan rê bê vekirin. Her wiha li gelek bajaran rêyên gelek gundan hatine girtin û têkiliya bi gundan re qut bûye. Ji ber vê rewşa awarte li bajarên mîna Xarpêt, Bedlîs, Erzirom û Agiriyê dibistan ji bo rojekê ketine betlaneyê.

Tenê qereqol di bîra wî de ne

Li aliyê din, li Colemêrgê jî berfeke zêde dibare û rêyên gelek gundan hatine girtin û li navenda bajar jî gelemperiya rêyan girtî ne. Li şûna ku qeyûm û namzetê AKP’ê yê Colemêrgê Cuneyt Epcîm rêyên di navbera gundan û navenda bajar paqij bike, lez daye xebatên vekirina rêyên qereqolan. Hat zanîn ku qeyûm hemû maşîneyên şaredariyê ji bo vekirina rêyên leşkerî bi kar tîne. Ji ber vê yekê jî trafîka li Colemêrgê teviziye, gel mexdûr bûye û  bi derfetên xwe hewl dide ku rêyên xwe vebikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar