Li bajarê Barcelona yê Katalonyayê, di çarçoveya banga greva giştî de zêdeyî nîv milyon mirov daketin qadan.
Piştî ku Dadgeha Bilind a Spanyayê rêveberên Katalan ên alîgirê serxwebûnê mehkûm kir, ji roja Duşemê ve li gelemperiya Katalonyayê çalakiyên şermezarkirinê pêk tên. Her wiha her êvarê jî şer diqewime.
Wekî din Înê greva giştî hebû û li gelek deverên herêmê çalakger çûn Barcelonayê.
Di xwepêşandana giştî de zêdeyî nîv milyon mirov amade bûn. Êvarê jî di navbera komên alîgirê serxwebûnê û polîsan de şer qewimî. Li bajêr dîmenên kaosê hebûn. Di şer de ku zêdeyî du saetan dom kir polîsan fîşekên plastîk û bombeyên gazê bi kar anîn.
Li gelek deverên bajêr agir hatin dadan, bend hatin danîn û dirûşmên ‘Kolan ên me ne’ hatin qîrîn. BARCELONA