Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Li Barzanê 6 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyek ragihand ku hêzên wan li Barzanê li dijî artêşa tirk çalakiyek pêk anîne û di çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin. Her wiha HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk a ji gerîlayan derbên giran dixwin, êrîşên welatiyên sîvîl dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa tirk daxuyaniyek da.

HPG di daxuyaniya xwe de ragihand ku artêşa tirk ev demeke li devera nêzî Tepê Xwedê yê li herêma Barzanê yê başûrê Kurdistanê bi cih bûne û ev agahî parve kir: “Hêzên me leşkerên li vî girî xistine kontrola xwe. Hêzên me 14’ê gulanê ku demeke dirêj e ev hêzên dijmin ên xistibûn bin kontrolê saet 08:40’î di çarçoveya Pêgava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ya li Herêmên Parastinê yê Medyayê dom dike, ji du baskan ve çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hevrêyên me çûn ser cenazeyên dijmin û çekek ferdî ya MPT-76 jî rakiriye. Artêşa tirk a piştî çalakiyê bi desteka balafirên keşfê û helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe rakirin, bi helîkopter, obus û topan dever bi dijwarî topbaran kiriye. Dîsa heman rojê hêzên me li dijî leşkerên bi helîkopterên Skorsky leşker didanîn herêmê çalakiyeke ya sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Artêşa tirk a piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe rakirin, neçar maye ku hemû leşkerên xwe veguhezandin baregehên leşkerî yên li Tepê Xwedê. Tu ziyan negihiştiye yekîneyên me yên ku çalakî pêk anîn.”

Artêşa tirk sîvîlan dike hedef

HPG’ê bal kişand ser êrîşên artêşa tirk a li herêmên sîvîl û diyar kir ku balafirên şer ên artêşa tirk saetên şevê yên 14’ê gulanê de êrîşek li dijî welatiyê sîvîl ê bi navê Kazim Elî yê di devera Botê ya girêdayî Barzan a başûrê Kurdistanê ku li nav zeviya xwe de kar dikir pêk aniye û welatiyê qetil kiriye û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Artêşa tirk a dagirker bêyî ku cudahî bixe nava sîvîl-gerîla êrîşên xwe yên li ser gelê Kurdistanê didomîne. Artêşa TC a bi zanabûn welatiyên me yên sîvîl dikin hedef û qetil dikin, bi êrîşên wiha koordîneyî bi dehan welatiyên me şehîd bûne. Ev êrîşên li dijî welatiyên me ji bo debara xwe bikin, diçin nava baxçeyên xwe, lawirên xwe diçêrînin, ji bo debara xwe ya rojan e gelek karên din dikin, dijminahiya li dijî kurdan bi vekirî radixe ber çavan. Ev dewleta faşîst a rêz nade tu nirxên kurdan, bi van êrîşan dixwazin gelê me yên Başûr bitirsîne. Gelê me yê kurd û welatparêz bi sekna xwe li dijî van êrîşan li her derê li dijî hemû hêzan bersiva pêwîst dide, hê zêdetir li hember êrîşan yekitiya xwe xurt dike.

Em Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê, tu êrîşeke ya dewleta TC’ê ya li ser welatiyên me yên sivîl bê encam nahêlin, didin diyarkirin ku em ê hesabê welatiyên xwe yên şehîd ketine bixwazin. Li ser vî bingehî Xxwedê rehma xwe li welatiyê me Kazim Elî yê di encama êrîşên dewleta tirk de şehîd bû dixwazin û sersaxiyê ji malbat û gelê me yê başûrê Kurdistanê re dixwazin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar