Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) ciwanên Kurd û enternasyonal li Claraplatzê ya Baselê ya Swîsreyê li dijî faşîzma dewleta tirk meşiyan.
Di meşê de êrîşên dagirker û qirker ên dewleta tirk ên li ser Kurrdistanê hate şermezarkirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî hat xwestin.
Bi çarçoweya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ ku rêxistinên ciwanan beriya bi demekê dabûne destpêkirin aleke mezin a TCŞ’ê û pankarta ‘antîfa enernasyonal’ hate hilgirtin.
Di çalakiyê de her wiha pankarteke mezin a bi navê ‘Bi hev re serhildan’ hate vekirin.
Li dijî faşîzma tirk banga têkoşîna hevpar hate kirin.
Di meşê de her wiha desteka ji bo berxwedana Cenga Heftanînê û Şoreşa Rojava hate nîşandan.
Ciwanan fîşekên hewayî avêtin, dûxanên rengîn derxistin û ciwanên derdorê jî destek dane çalakgeran.
Komîteya Rojava ya Baselê, RJB û Antîfa destek da meşê, nêzî 100 kes li meşê hazir bû û çalakiyê saetekê berdewam kir. BASEL