Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Başûr çand û huner

Dema mijar dibe başûrê Kurdistanê, her tim pêşketinên siyasî, leşkerî, dagirkerî, nakokiyên hîzbên siyasî, pirsgirêkên neteweyî, petrol, pirsgirêkên aborî, êrîşên dewletên herêmê, hesabên hêzên navnetewî tên bîra mirovan. Di van mijaran de pirsgirêkên mezin û giran hene. Mijarên civakî ên wek çand, huner, perwerde û tenduristî di bin siya van mijaran de winda dibe.

Di meha cotmehê de, hem li Silêmanî, hem jî li Duhokê mîhrîcana fîlmên navneteweyî hate lidarxistin. Li her du bajaran mîhrîcan hefteyekê dewam kir û gelek kurtefîlm, fîlmên metrajdirêj di mîhrcanê de hatin pêşandan. Dawiya mîhrîcanê merasîm hatin lidarxistin û xelat hatin dayîn. Tê gotin ku li gor salên berê, eleqe pir kêm bû. Hem ji aliyê beşdarariya fîlman de beşdarî kêm bû, hem jî eleqeya gelê Başûr kêm bû. Mîhrîcan di nav hunermendên ku hatibûn Başûr û rêveberiyên Başûr de derbas bû. Wek mîhrîcana gel û bernameyeke çand û hunerî derbas nebû. Dîsa mijarek girîng ew bû ku fîlmên ku li başûrê Kurdistan hatine kişandin pir kêm bûn û yên tev li mîhrîcanê bûne jî zêde nehatin pejirandin.

Li başûrê Kurdistanê 27 sal e statûyek siyasî derketiye holê. Lê di aliyê civakî de, çand, huner, spor û perwerdeyê de tu pêşketinên ber bi çav derneketiye holê. Perwerdehiya ku niha di dibistanan de tê dayîn di mijara zîhniyet û zanistî de mirovan pêş naxe. Dema zîhniyet li pêş nekeve çandek nû jî çênabe. Hunerek afirîner bi zîhniyetek afirîner ve girêdayî ye. Zîhniyetek û çandek afirîner nebe, hunerek û hunermendek afirîner jî çênabe. Di aliyê huner, muzîk, sînema û şanoyê de başûrê Kurdistanê hê jî nanê berê dixwe. Di salên dawîn de ne muzîkek xweş ne jî fîlmek balkêş nehatiye çêkirin. Ji ber ku ji koka xwe û ji kevneşopiya xwe qetiyaye. Ger li cihekî muzîka Îbrahîm Tatlises were guhdarkirin û rêzefîlmên Tirkiyeyê ên herî riziyayî werin temaşekirin, li wê derê huner û hunermendî di nav dest û pêyan de ye. Civaknasek kurd ê duhokî hatiye Duhokê li ser ciwanên başûrê Kurdistanê lêkolînan dike. Dibêje ka ez ciwanan bişopînim, ciwan kîjan muzîkê guhdar dikin, di rojeva wan de çi heye û çi nîqaş dikin? Li hin kafeyan rûdinê û ciwanan dişopîne. Lê dîtiye ku ciwan hema selfiyan dikişînin û nargile vedixwin û tiştekî nîqaş nakin. Li muzîka ku ciwan guhdar dikin lêkolîn dike. Dinihêre ku hemû muzîka govendê û muzîka tirkî guhdar dikin. Li ser fîlmên ku ciwan temaşe dikin lêkolîn dike. Lê dinihêre ku hemû rêzefîlmên tirkî temaşe dikin. Dev ji lêkolînê berdide û diçe. Pêwistî bi zîhniyetek nû û li ser kevneşopiya çand û hunera Kurdistanê heye. Wiha nebe dê huner û hunermendek; kes û civakek kopiya dewletên derdor derdikeve holê.

Nûçeyên Têkildar