Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Perşembe - 17 Ekim 2024

Li Başûr coşa Newrozê

Li gelek deverên başûrê Kurdistanê Newroz bi coşeke tê pîrozkirin

Navenda Nûçeyan |

Li başûrê Kurdistanê ji duh ve gel bi coşeke mezin Cejna Newrozê pîroz dikin û îro ev coş derket asta jor.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê bi tevlibûna hezaran kes û coşek mezin destpêkir.

Pîrozbahî destpêkê bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiyê destpêkir. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêxistin.

Piştî pêxistina agir, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser cejna Newrozê hate gudharkirin.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî bi boneya Newrozê peyam şand Newroza Binarê Qendîlê.

Di peyama KCK’ê de, ev tişt hatin gotin;

“Newroz nasnameya neteweyî ya gelê kurd, nîşana aştî, azadî û biratiya gelên herêmê ye. Dijmin bi siyaseta xwe ya parçe, dixwaze kurdan parçe bike. Dijmin dixwaze kurd hertim bi gelên cîran re di nava şer û pêşbaziyê de be.

Desthilata AKP-MHP bi serokatiya Erdogan û Bahçelî, ne tenê dijî gelê kurd e. Di heman demê de dijî hemû gelên herêmê siyaseta komkujî û dagirkeriyê pêk tîne. Ji bo hemû gelan û bi taybet jî gelê kurd, bûne çavkaniya ne wekheviyê.

AKP-MHP wek du marên xwînmij, rojane xwîna dehan kes dirijînin û talankariyê dikin. Armanca wan ew e ku gelê kurd di vê rewşê de tu destkeftiyek bidest nexe, wan hebûna xwe li ser nebûna kurdan avakirine. Ji bo vê hebûn û canê kurdan, weke nebûn û ziyana xwe dibînin. Ji bo vê yekê jî tecrîdek girankirî danîne ser Rêber Apo.

Erkê me hemûyan, weke gelê Newroz, azadîxwaz û neviyên Kawayê Hesinkar, ji bo têkşikandina tecrîd, dawîanîna dagirkeriyê û rûxandina faşîzmê, berê xwe bidîn têkoşînêye.”

Newroza Qendîlê bi stran û govendan didome.

Li gelek deveran hat pîrozkirin

Welatiyê bajarê Helebceyê jî bi cil û bergên berê xwe dan qadên pîrozbahiya Newrozê. Di pîrozbahiya Newrozê de kesên tev li bûne banga yekitiyê li gelê kurd û hemû partiyên siyasî kirin û diyar kirin ku Newroza serkeftina îsal bibe serkeftina gelê kurd.

Her wiha duh êvarê agirê Newrozê li navçeyên Kifrî, Xaneqîn, Xurmatû û herêma Balekateyî, Şengal, Akre û gelek cihan hat pêxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar