Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Başûr dirûşmên: Îro Rojava sibê Başûr

Li Duhok, Zaxo, Soran, Akrê, Silêmaniyê li dijî êrîşên dewleta tirk meş û çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de banga yekitiya neteweyî hat kirin û hat gotin ku îro Rojava hedef tê girtin û dê sibê jî Başûr hedef were girtin

Li başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta tirk bertek roj bi roj zêde dibin. Her roj li gelek navendan çalakî tên lidarxistin û êrîşên dewleta tirk tê şermezarkirin.

Bi sedan kesên ku li bajarê Duhokê xwepêşandan lidar xist, êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ên li ser Bakûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Di xwepêşandana ku dirûşmeyên, “Yek e yek e Kurdistan yek e Erdogan terorîst e”, “Bijî berxwedana Rojava” derketin pêş de, bal hat kişandin ku êrîşên îro li ser Rojava wê sibe li ser Başûr jî pêk werin û banga yekitiyê li kurdan hat kirin.

Welatiyên Zaxo û Soran li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê daketin qadan. Welatiyên Soran wiha gotin: “Ji Soran û Riwandiz, heya mîrên Baban, em li gel tene ey Rojavayê kurdan.” Her wiha welatiyên Zaxo jî li ber Pira Zaxo ya kevnar kombûn û daxuyaniyeke girseyî dan çapemeniyê. Welatiyan xwestin êrîş bên rawestandin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta tirk li navçeya Akrê ya girêdayî bajarê Duhokê xwepêşandaneke girseyî hate lidarxistin. Bi sedan welatiyan gotin ku ew jî rojavayî ne, îro Rojava, sibê Başûr e.

Li Silêmaniyê rewşenbîr civiyan

Rewşenbîrên Silêmanî ji bo piştgiriya Rojava civiyan. rewşenbîr û aktivîstên Silêmanî li Otela Silêmanî Palas civiyan, di civînê de rewşenbîran çend pêşniyarek kirin ji bo hikûmeta Herêma Kurdistan bikare piştgiriya berxwedana rojavayê Kurdistanê bike.

Yek ji beşdarvanên civînê rojnamevan Kemal Reuf pêşniyar kir ku zext li hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê were kirin ku şandeyek hevbeş ji bo dîplomasî ava bike, ev şande serdana navendên navneteweyî bike û daxwaza helwestên pratîkî ji welatên cîhanê bikin, da ku bikarin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li ser rojavayê Kurdistanê bidin sekinandin. Rewşenbîran xwestin Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê biryara derxistina artêşa Tirk ji xaka başûrê Kurdistanê erê bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar