Li gorî daneyên Lijneya Parastina Mafê Jinan li başûrê Kurdistanê her meh 848 jin û mêr hev ber didin. Li gorî pisporan yek ji sedema ji hev cûdabûnê zewaca di temenê biçûk de ye
Li gorî daneyên Lijneya Parastina Mafê Jinan a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê, tenê di nava 6 mehên destpêkê yên 2019’an 5 hezar û 88 jin û mêran hev ber dane. Tenê bîlançoya van 6 mehan nêzî bîlançoya sala 2017’an e.
Ev bîlanço nîşan dide ku li başûrê Kurdistanê salane rêjeya ji hev berdanê zêde dibe. Li gorî daneyên dadweriyê di sala 2017’an de li Başûr 5 hezar û 729 bûyerên ji hev berdanê hebûn. Lê di sala 2018’an de ev rêje bilind bû û bû 9 hezar û 192. Ev jî nîşan dide ku li gorî sala 2017’an, di sala 2018’an de 4 hezar û 426 bûyerên hev berdanê zêde bûne.
Bîlançoya 6 mehên destpêka îsal ne cihê kêfxweşiyê ye. Ji ber ku li gorî mehên sala borî ev rêjeyek zêde ye. Par her meh 766 jin û mêr hev berdabû. Lê li gorî 6 mehên 2019’an her meh 848 jin û mêr hev berdane.
Sedema yekemîn ê hev berdanê zewaca di temenê biçûk de ye
Li gorî parêzer Derun Hemed Emîn a li Dadgeha Silêmaniyê îsal sedemên sereke yên ji hev berdanê, di temenê biçûk de zewac, ber bi Ewropayê ve koça mêran û bi cih hiştina hevjîna xwe, rewşa xerab a aborî û xerab bikaranîna torên civakî bûn.
Parêzer Derun Hemed Emîn ev tişt anî ziman: “Zewaca di temenê biçûk de ji bo herdu cînsan jî bandoriya xerab heye. Ji ber ku nikarin berpirsyartiya jiyana xwe hilgirin. Dema ku temenê wan ber pêş diçe, hest bi kêmûkurtiyên jiyanê dikin. Di pirsin, çima zewicîne? Yan bi lez bi jiyanê re girêdayî nabin, yan jî xwendekar e. Ev yek sarbûnekê di jiyana hevjîniyê de çêdike ku encama sarbûnê ji hev cûdabûnê çêdike û dibe nakokî.”
Parêzer Emîn diyar kir ku ew hevjînên ku pirsgirêkên xwe dibin dadgehê piraniya wan biryara ji hev cûdabûnê dane, lewma kes nikare destwerdana jiyana wan bike û bi cûdabûnê bi encam dibe.
Sedemên ji hev berdanê
Civaknas Seywan Ebdullah jî sedemek din a hev berdanê destwerdana kesên derdor dibîne û diyar kir ku sedem jî careke din zewaca di temenê biçûk de ye ku nikarin xwedî biryar bin û ev jî rê ji bo destwerdanê re vedike.
Civaknas Seywan Ebdullah bal kişand ser bandoriya berdanê û ev tişt anî ziman: “Berdan bandoriyek nerênî li ser derûniya wan dike û bê baweriyê di navbera malbatan û ferdan de çêdike. Ne tenê ev kesane ji hev cûda bûne, belkî 2 malbat ji hev cûda bûne. Ango pirsgirêkên civakî di nava civakê de zêdetir dibe û dibe ku bibe sedema tundiyê.”
Seywan Ebdullah ji bo çareserkirina pirsgirêka hev berdanê ev pêşniyar kir: “Ya herî girîng perwerde û hişyarkirine ku zewaca di temenê biçûk de ne guncav e. Pêwîst e torên civakî were çavdêrkirin, ji bo ku hemû kes nikare bi hêsanî bi kar bîne. Her wiha ragihandin di kare bi rêya semîner û bernameyên taybet û raporan li ser kar bike, ka bandoriya zewaca tu temenê biçûk de çiqas li ser civakê û hilweşandina xêzanê heye.”
Heta niha li ser zewaca di temenê biçûk de tu amarên zelal li ber dest nîne. Ev amarên ku ji aliyê rêxistinan ve tên aşkerakirin, tenê yên herêmekê ne û ne amarên giştî ne. Timî tê gotin ku zewaca di temenê biçûk de yek ji sedemên hev berdana jin û mêr û hilweşandina xêzanan e. SILÊMANÎ