Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li Başûr ji bo karmendan mûçe tune ye, ji ber pere li Halkbankê ne!

Ersîn Çaksû /ANF 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berî du rojan li başûrê Kurdistanê di weşaneke hevpar a çend televîzyonan de axivî û gotibû: “Ji ber bûceya me tune, nikarin mûçeyên karmendan bidin.”

Li başûrê Kurdistanê ji sala 2014’an û vir ve nedayîna mûçe yan jî qutkirin û nîvî dayîn yek ji sedemên serekî yên herêmê ye.

Gel fedekarî dike lê ew…

Gelê başûrê Kurdistanê yên ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên li herêmê û neserketina referandûmê ji bo ziyan negihêje statûya herêmê û rêveberî lewaz nebe, çavê xwe li van kiryaran girtiye.

Her çendî gelê başûrê Kurdistanê li ser nedan an jî nîv heqdayîna mûçeyên wan dem bi dem nerazîbûn nîşan bide jî tevî ku keda wan tê xwarin lê neketine pêşiya destkeftiyên herêmê yên bi xwînê hatine destxistin.

Di vê nuqteyê de encama ku derdikeve holê ev e; Fedekariyên ku gelê başûrê Kurdistanê û hestyariya nîşan dike gelo rêveberiya başûrê Kurdistanê her du partiyên PDK û YNK’ê dîtin?

Tabloyeke welê ku ji ber zeîfbûna dayîna mûçeyên ku ji çavkaniyên sererd û binerd û dîsa çavkaniyên din tên girtin, li herêmê nelirêtî û çavkaniyên herêmê di serî de ji bo Tirkiye û welatên din tên pêşkêşkirin.

Karmend-mûçe

Li gorî daneyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li herêmê bi giştî 1 milyon û 256 hezar karmend hene, karmend mehê bi giştî mûçeyê wan dike 727 milyon dolar.

Lê li gel hikûmeta navendî ya Iraqê hejmara giştî ya karmendên başûrê Kurdistanê tomarkirî 683 hezar û 21 kes in. Dahata mehane giştî dike 260 hezar dolar e.

Karmend3en ne tomarkirî!

Komîsyona Darayî ya Meclisa Federal a Iraqê, diyar kir ku 572 hezar û 979 hezar karmendên derveyî 683 hezar û 21 kes ‘kesên ku PDK û YNK’ê weke karmend dayîne nîşandan in’ anî ziman ku wê mûçeyê van kesan nedin.

Çavkaniya esasî ya başûrê Kurdistanê dahata ji petrolê ye, dîsa gumrik, dahata navxweyî û ji bûdçeya hikûmeta navendî tê ye.

Li gorî daneyên fermî yên Parlementoya Herêma Kurdistanê ya 2019’an, budçeya ku ji van çavkaniyênn bingehîn tên wiha ne;

Dahata petrole: Başûrê Kurdistanê salan e ji şandina petrola 158 milyon û 512 hezar û 960 varêl petrol 8 milyar û 438 milyon û 601 hezar û 300 dolar budçe digire.

Li gorî rapora parlamentoyê dema mezaxtinên ji bo gumrik, neqilkirin û şirketên petrolê bê derxistin, 2 milyar û 942 milyon û 694 hezar û 725 dolar pere dikeve xezîneya herêma başûrê Kurdistanê

Li gorî vî hesabê, rojane 434 hezar û 282 varêl petrol tê şandin. Navîna firotina varîleke petrolê ya salan e jî dibe 53 dolar, her varêlê tê firotin 18,5 dolar qezenca wê heye.

Dema mirov vê hemû li ber çavan bigire, mehane ya Herêma Kurdistanê dike 241 milyon 865 hezar û 247 dolar ji dahata petrolê tê.

Dahata gumrikê: Li gorî daneyên fermî yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di mehê de dahata ji gumrik û dahata navxweyî digire 200 milyon dolar e.

Hikûmeta Navendî ya Iraqê ji adara 2019’an ve beşa bûdçeya Herêma Kurdistanê da. Mehê 453 milyar dînar (268 milyon dolar) dide.

Bîloançoya mehane

Dema li gorî daneyên fermî yên Herêma Kurdistanê dahata tê bê hesabkirin 813 milyon dolar dikeve xezîneya Herêma Kurdistanê.

Mûçeyê mehane yê 1 milyon û 256 hezar karmed ê Herêma Kurdistanê aşkera kirî jî dikeve pêşberî 727 milyon dolar, tevî vê jî mûçeyê karmendan nayê dayîn.

Hikûmet deyndarê karmendan e

Nesaxim di navbera 2015-2020’ê de 10 mehaneyên karmendan nehatiye dayîn, 36 mûçe jî nîvî hatiye dayîn. Li gorî daneyên komîsyona darayî, hikûmet 16 milyar dolar deyndarê karmendan e.

Hikûmet ji sedî 21 mûçeyên karmendan ên du mehane yên dawî jî birî daye. Mûçeyê ku hatî dayîn jî bi 320 milyar dînar ê ku hikûmeta Iraqê şandî hatiye dayîn.

Parlamento girt wanaya petrole vekir

Rayedarên hikûmetê nedana mûçeyan hewl dide ku bi krîza siyasî ya bi hikûmeta navendî re, bi ketina piyaseya dolaran û bi bandora hêla Covîd-19’ê şîrove bike.

Lê krîza bi hikûmeta navendî re ji 2014’an ve didome. Bi ser de di vê serdemê de bîrên petrolê yên Kerkûkê jî 4 salan di dest hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê de ma û rojane 800 hezar varîl dihate firotin.

Piştî 2014’an PDK’ê di serî de bi dewlta tirk re bi gelek şîrketên petrolê re peyman danîbû. PDK di vê serdemê de nêzî 3 salan ji bo ku deriyê parlamentoyê kilîd kiribû naveroka peymanan û bîlançoya lêçûn û dahatê nayê zanîn.

Salên di navbera 2014-2017’an de

Mînak Wezareta Petrolê ya Herêma Kurdistanê ragihandibû 2017’an hilberîna petrolê ya rojane 630 hezar varîl e.

2’yê hezîrana 2017’an li Forûma Aboriyê ya Navnetewî ya Petersbûrgê bi peymana petrolê re ya ku 20 salî ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şîrketa petrolê ya rûs Rosneftê îmze kiribû, derketibû holê ku rojene petrola ku tê hilberandin ji 700 hezar varîlî zêdetir e.

23’yê hezîrana 2017’an Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Elî Hisên El Lêbî ji Reutersê axivîbû û gotibû Herêma Kurdistanê, ‘Rojane 520 hezar varîl petrolê difiroşe derve.’

Peymana 50 salî

Reqamên navborî nîşan didin ku di navbeyna 2014-1017’an de ji niha zêdetir pereyên petrolê ketine nav xezîneya Herêma Kurdistanê.

PDK’ê, 2014’an peymaneke 50 salî bi dewleta tirk re îmze kiribû ku li gorî vê di navbeyna dewleta tirk û PDK’ê de rasterast firotina petrolê dikar were kirin û herka petrolê ya ber bi Tirkiyeyê ve destpê kiribû. Lê naveroka vê peymanê hê jî nayê zanîn.

Du caran heqê gumrikê didin

Bi xeta boriyan re ji bo petrola diherike ser Lengergeha Ceyhanê PDK heqê gumrikê dide du şîrketên tirk.

Serê varîlê 3.17 dolaran dide yekê û serê varîlê 3.85 dolaran dide ya din.

Li gorî daneyên 2019’an di salekê de 1 milyar û 104 milyon dolar dane van du şîrketên tirk. Kitekitên peymana petrolê ya 50 salî ya di navbeyna PDK û Tirkiyeyê de ya hilberandin, neqliye, rafînerî, fiyetê warîlê nayê zanîn.

Li başûrê Kurdistanê gelek şîrketên petrolê yên dewleta tirk ên wekî Turkish Energy Company (TEC), Genel Enerjî, Dogan Enerjî ve Petoîl li petrolê digerin û derdixin.

Peymana ku weke razekê tê firotin

Endamê Komîsyona Darayî ya Parlamantoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd derheqê vê peymana 50 salî ji Rojnewsê re axivîbû û gotibû: ”Kesên ku bi berfirehî li ser vê peymanê xwedî zanîn in, ji hijmara tiliyên destekî ne zêdetir in.”

Sedema sereke ya krîza di navbera Bexda û Hewlêrê de ew e ku PDK hikûmeta navendî ya Iraqê by-pass kiriye û petrolê difiroşe Tirkiyeyê.

Bexda diyar dike heta ku dahatên petrolê neyên diyarkirin tê gotin Herêma Kurdistanê ji sedî 17 bûdçeyê nedin.

Peymana petrole li dadgehê ye

Her wiha peymana petrolê ya navborî niha dadgehê ye. Bexdayê bi sedema ku 2014’an petrol bê destûr îxrac dike, li dijî dewleta tirk serî li Dadgeha Tahkîmê ya Navnetewî ya li Parîsê dabû. Doza 27 milyar dolarî hê jî didome.

Qebareya petrolê ya di navbera PDK û dewleta tirk de nayê zanîn. Lê hin daxuyaniyên dema ku peymana petrolê li ser vê babetê agahiyên girîng dide.

‘Me Lozanê telefi kir’

Piştî peymana petrolê bi çend mehan Mijara 2014’an Wezîrê Gumrikê û Ticaretê Nurettîn Caniklî digot bi peymana ku PDK’ê re îmze kirine ziyana ji Lozanê telafî kirine.

Canîklî digot: “Têkiliyên me yên bi Rêveberiya bakurê Iraqê re, hem ji hêla aborî û hem ji hêla siyasî ve baş in. Bi peymana petrolê re her sal bihayê 10 û 20 milyar dolaran dahata me heye. Heqê me yê ku me li Lozanê ji dest dayî bi vê peymana petrolê re bi rêjeyeke zêde me telafî kiriye.”

Pere li Halkbankê ne

Di doza Reza Zarrab de ku li DYE’yê didome derketibû holê dahatên ji peymana PDK û Tirkiyeyê di Halkbankê de ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar