Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Başûr ji bo PKK kampanya hat ragihandin

Bi tevlibûna bi dehan kesayet, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedaran bi daxuyaniyekê kampanyaya ‘PKK bila ji îsteya terorê bê derxistin’ hat ragihandin

Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Ji Bo Kurdan Edalet ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan ku berhevkirina 4 milyon îmze daye ber xwe, ragihandibû. Kampanya bi pêşengiya Hezar rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin û berdewam dike.

Bi vê çarçoveyê de kampanya saet 11:00’an li salona Xak a Silêmaniyê bi tevlibûna bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, hunemend û kesayetên Başûr bi dirûşma ‘Dem dema Azadiyê ye, Kampanyaya Înîsiyatîfa Naneteweyî: Ji bo Kurdan Edalet, Daxwaza Lezgîn Dikin ku PKK ji Lîsteya Terorê bê derxistin’ hat ragihandin.

Piştî amadebûna hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskirî yên başûrê Kurdistanê çalaki destpê kir.

Destpêkê siyasetmedar Ferhat Sengawî li ser Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê helbestek xwend û piştre ji komîteya amadekar siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî li ser kampanyayê axivî.

Penciwênî anî ziman di lîsteya terorê de bicihkirina PKK’ê biryareke siyasî ye û li ser daxwaza dewleta tirk hatiye girtin.

Siyasetmedar Emîn Pênciwênî ragihand Tirkiye û hêzên dagirker ji bo kurdan tune bikin bi komployekê ya 15’ê Sibata 1999’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtin û PKK’ê xistin lîsteya terorê û wiha got: “Bi vê çarçoveyê de Serok Apo dîl girtin. Ji bo kurdan jî qir bikin û êrîşên xwe yên terorî li bakurê Kurdistan bidin rewakirin jî PKK xistin lîsteya terorê.”

Penciwênî li ser derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê jî ev tişt anî ziman: “Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê tê wateya, rewabûna doza kurd. Naskirina kurdan a li cîhanê. Heman demê dibe deriyek bo kurd siyasî di serî de li bakurê Kurdistan, Ewropa û cîhanê.”

Pênciwênî herî dawî ragihand ku li başûrê Kurdistanê jî bi ragihandina vê kampanyayê piştevaniya xwe ya ji bo kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê nîşan didin û daxwaz ji her kesê kir ku piştevaniya vê kampanyayê bike û îmzeya xwe dane binê vê kampanyê.

Piştre komîteya kampanyayê xwe da nasîn û li ser kampanyayê axivîn.

Herî dawî jî beşdarvanên li salonê mafê axaftinê girtin û ragihand ku divê demildest PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. SILÊMANΠ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar